Arşîv

Jinan ji bo Çîçek Kobanê bang li civaka navneteweyî kir: Bi erka xwe ya mirovî rabin

Jinên herêma Firatê bi pêşengtiya Kongreya Star, ji bo dîlgirtina Çîçek Kobanê li qada Jina Azad daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn ji 9`ê Cotmehê ve di salvegera Komploya navneteweyî ya ser Serokatî de, xwestin komloyê rojev bikin, êrişî ser herêmên Bakur û Rojhilatê kirin. Ev êrişên dagirkeriyê di bin navê ewlekariyê de xapandineke ji bo ku şoreşa me ya jin bibin bixin. Armanca wan a sereke ji ber ku şoreşa me dengvedanek di dunyê de çêkirin ji bo mirovahiyê bû hêvî, hêza çareseriyê, îradeya çareserî xwestin bişkînin. Tevî dunya dizane ku di şerê DAIŞ`ê de hêzên YPG, YPJ û QSD bûn.

YPJ`ê bi berxwedaniya xwe ya di sedsala 21`an de ji bo tevahî jinan bû sembola berxwedanê. YPJ`ê bû dengê tevahî jinên cîhanê, her ol û her mezheb jin tev li refên YPJ`ê bûn û cihê xwe di eniyên şer de girtin.

YPJ`ê ala parastinê ji bo tevahî jinan e, hemû tevgerên jinan e, modela parastina nirxê jin e, îro jî li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê sekneke destanî dan diyar kirin û li hemberî zihniyeta qirêj şer kirin. Di êrişên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di aliyekî de careke dîtir li ser axa me, DAIŞ zindî dikin.

Di kesayeta heval Zîn, Amara û Berxwedan, berxwedan û tekoşîneke di asta herî jor de hate meşandin. Di vî şer de Heval Çîçek kete destê çeteyên hov, heval Çîçek ji Kobanê ye, ji bo parastina ax û welatê xwe di çeperên pêş de cihê xwe girt û di encamê de birîndar bû û tevî birîndariyê kete destê çeteyên dewleta Tirk. Çeteyên dewleta Tirk hemû cureyên kiryarên bêexlaqî di derheqê hevala me dikin. Anha her kes dizane jiyana wê di xeteriyeke mezin de ye. ji bo vê yekê banga me ji bo tevahî cîhanê, dewletên navneteweyî û mafê mirovan re heye ku bi erka xwe ya mirovahiyê rabin û li hember van kiryaran bêdeng nemînin.”

Daxuyaniya bi dirûşemyên silavkirina berxwedana jinan bidawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27