Arşîv

‘Civaka navneteweyî berpirsê dîlgirtina Çîçek Kobanê ye‘

Rêveberiya Jin a Reqayê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û tê de dîlgirtina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê şermezar kir. Her wiha bang lê kir ku li gorî hevpeymana Cinêvê ya taybet dîlgirtiyên şer tevbigere.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xewle Îsa ve bi beşdarbûna bi dehan endamên Rêveberiya jinan hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ji destpêka êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu zagonên navneteweyî yên şeran pêk neanî. Dewleta Tirk sivîl kuştin û çekên qedexekirî mîna fosfora spî ku bedena mirov dişewitîne bi kar anî. Qêrîna zarokê bi navê Mihemed li nexweşxaneyê gihaşt asîmanan. Dîroka Tirkan bi şahidên ku sûcên wê îsbat dike dagirtiye, bi taybet di van êrişên xwe de nijadperestî der heqê jinan de bi rêya êrişa xwe li ser şehîd Hevrîn û Amara, li ber çavên cîhanê û lîstina bi cenazeyên wan meşand. Bi van kiryarên neexlaqî tenê nekir li belê dîmenê dîlgirtina şervana YPJ’ê de Çîçek Kobanê belav kir. Heval Çîçek Kobanê di berxwedana li hember êrişan de di lingê xwe de birîndar bû. Ji ber wê nikarî xwe bigihanda hevalên xwe. Di encamê de dîl hate girtina û çeteyan dîmenê dîlgirtina wê ya ku asta hovîtiya wan û êrişkirina jinê weşandin.

Li gorî hevpeymana Cinêv bi taybet der barê dîlgirtiyên şer de ya sala 1949`an a girêdayî zagonên mirovî ya navneteweyî di madeyên xwe yên (13-14-15-16)’an de diyar dibe ku mirov bi dîlgirtiyan re çawa tev bigere û pêwîst e pêdiviyên tenduristiyê ji wan re peyda bike. Lê komên girêdayî dewleta Tirk hemû bendên zagonên navneteweyî binpê kirin, Çîçek tevî ku birîndar bû dîl girt. Di dîmenê de eşkere dibe ku gefên serjêkirinê li şervana YPJ`ê dixwin. Îro dengên jinên Sûriyê û gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bilind dibe û îsrara xwe ya berxwedana li dijî hemû projeyên wan ên terorî diyar dikin. Ji ber vê yekê jinên Reqayê bang li tevahiya rêxistinên mirovî yên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û her kesê bandora wê li ser Tirkiyê û NY`î heye dikin ku ew berpirsê her binpêkirinek ku dê der heqê Çîçek Kobanê de pêk werin. Divê jinên cîhanê hemû bi taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember binpêkirinên ne exlaqî yên ku tunekirina vîna jinan, daxwaza wê ya jiyana azad û têkbirina destkeftiyên ku dirêjahiya 7 salên têkoşînê pêk hatine armanc dikin serî hildin.”

Back to top button