Arşîv

Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin

Jinan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pankartên bi nivîsên“ Na ji qetilkirina jin û zarokan re“ û “ Em daxwaza rizgariya Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên dixwazin“, hilgirtibûn.

Jinan ber bi baregeha Rûsiya ve meşiyan û dema gihiştin wê derê deqeyeke rêz li ser ruhê şehîdan girtin. Paşê daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin ser binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê de, komkujiyên li dijî mirovahiyê, bikaranîna çekên giran û qedexekirî, koçberiya bi darê zorê û guhertina demgorafî.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navnetewî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û binpêkirinên wê yên ji qanûnên navdewletî, her wiha destdirêjiya li cenazeya şehîdan û dîlgirtina şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê hatin şermezarkirin.

Jinan di daxuyaniyên daxwazên xwe rêz kirin û wiha hate domandin: “Em bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên hiqûqî bi taybet rêxistinên têkildarî mafên jinan dikin ku parastina jiyana Çîçek Kobanê ya dîlgirtî peyda bikin, der barê sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê û rojhilatê Firatê lêpirsînê vekin, êrişên li ser herêmê rawestînin. Her wiha em banga şandina hêzên parastina aştiyê ya navdewletî bişînin herêmê û qada hawayî ji balafiran bê girtin û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmê derxînin da ku koçber vegerin malên xwe.”

Paşê ji jinan 6 , Hêvîn Silêman, Şêrîn Hesen, Şêrîn Qaso, Wefa Husên, Sureya Hebeş û Şêraz Hemo, tevî wergervanekî berê xwe dane baregeha Rûsya û peyama daxwazên jinan radestî rayedarên baregehê. Ji daxwazên jinan beşdarkirina jinê di nivîsandina destûra Sûriyê de, rizgarkirina xaka Sûriyê wek Ezaz, Bab , Cerablus , Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, her wiha misogerkirina vegera koçberan li warên xwe, ji daxwazên jinên xwepêşandêr bûn.

Back to top button