Arşîv

Meclisa Jinên Sûriyê: Dewleta Tirk komkujiyên qirkirinê pêk tîne

Meclisa Jinên Sûriyê şaxê Serêkaniyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re îşart bi kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Daxuyanî li Qada Şehîd Serhed a bajarê Hesekê ji aliyê Endama Meclisa Jinên Sûriyê şaxê Serêkaniyê Heyfa Ehmede ve hat xwendin. Bi dehan jinên kantona Hesekê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“9`ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê re êrîşên leşkerî pêk anî da ku parçeyên nû ji xaka Sûriyê mîna Girî Spî û Serêkaniyê, dagir bike. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyarên dermirovî li sr xaka Sûriyê ji kuştin, koçberkirin, tecawizkirin û talankirin, pêk tîne. Her wiha guhertina demografîk pêk tîne. Heta roja îro zêdeyî 200 hezar welatî ji Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûne û binesaziya herêmê hate rûxandin û jin bi taybet rastî tundiyê tên û mafên wan têne binpêkirin.

Ev yek di zûtirîn dem de hesab dixwaze. Em weke Meclisa Jinên Sûriyê û bi navê jinên Serêkaniyê bang li rêxistin û saziyên navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, erka xwe pêk bînin û li gorî pîvan û zagonên mafî, mirovî û exlaqî tevbigere. Ji ber bêdengî tê watiya hevkariya bi êrîşan re.

Em bang li rêxistin û saziyên navdewletî yên peywenîdar û bi taybet ên parastina mafên mirovan û saziyên alîkariyê ku rewşên binpêkirinên yên maf û zagonên navdewletî belge bike û li gorî wê hesab ji sûcdaran bixwaze.

Em banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê me dikin. Em banga derxistina hêzên Tirkiyê ji xak Sûriyê bê qeyd û şert dikin her wiha em bang li Serkretêrê Giştî yê NY`yê, Meclisa Ewlehiyê û civaka navdewletî dikin ku Tirkiyê neçar bike da ku hêzên xwe ji xaka Sûriyê bikşîne. Ji ber dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan zagonên navdewletî binpê dike û gefan li dijî aramî û ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê çêdike.”

Di dawiyê de dirûşmeyên berxwedaniya li dijî êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Back to top button