Arşîv

‘Dagirkerî di serî de jinan dike hedef, em ê li hemberî wê bisekinin‘

Buroya Birêxistinkirina Jinan û Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Tebqayê ya têkidarî sûc û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk civîneke ji jinan re li dar xist. Di civînê de hate gotin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi binpêkirinên xwe di radeya yekemîn de jinê dikin hedef.

Di civînê de sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê, qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef, êşkencekirina li cenazeyê şehîd Amara û dîlgirtina şervana YPJ‘ê ya birîndar Çîçek Kobanê hatin şermezarkirin. Hate gotin ku hêzên dagirker di êrişên xwe de di serî de jinan dikin hedef, jinên herêmê li hemberî van êrişan wê têkoşînê bikin.

Piştî bidawîbûna civînê seroka Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Tebqayê Emîne El-Şewax girêdayî sûcên hovane yên çeteyên DAIŞ û Cebhat El-Nusra der heqê jinên sûrî de ji ajansa me re axivî .

Emîne destnîşan kir ku koma Ehrar El-Şerqiye ya ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire bi planeke rêxistinkirî ku sûcên şer derbas dike sekretera giştî ya partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kirin, ev yek e diyar dike ku kirinên wan û yên DAIŞ‘êji hev cûda nîne û li pêşiya çavê cîhanê eşkere ne.

Di dawiyê de Emîne lîstina bi cenazeyên jinan mîna şehîd Amara û dîlgirtina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê bi tundî şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo serbestberdana Çîçek Kobanê û rawestandina binpêkirinên der heqê jinên bakurê Sûriyê tevbigerin.

Endama rêveber a Yekitiya Rewşebîran a Tebqayê Sewsen El-Hisên bal kişand ser destkeftiyên ku jinên herêmê piştî rizgarkirina herêmê ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ji terora DAIŞ`ê bi dest xistine.

Sewsen El-Hisên got, ku Tirkiyê ji bo ku tola tunekirina DAIŞ`ê hilîne û ji ber ku çavê wê avakirina rêveberiyên xweser qebûl nekir êrişî herêmê dike.

Di dawiyê de Sewsen û Emîne soza şopandina rêya şehîdan Hevrîn û Amara dan û gotin, Hevrîn û Amara bûn sembola jina azad dan.

REQA

Rêveberiya Jin a herêma El-Kesra ya li başûrê bajarê Reqayê bi armanca zelalkirina asta rastiya planên dewletên din û armancên wê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de civînek lidar xistin. Bi dehan jinên herêmê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê Meryem El-Abo behsa bûyerên ku li herêmê rû didin bi taybet êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got rastiya dewleta Tirk eşkere bû, çawa desteka DAIŞ`ê de dike eşkere bûn.

Meryem El-Abo wiha domand: “Dewleta Tirk behsa kijan kaniya aştiyê dike. Ew behsa talankirina milkên şêniyan, dizîna mewismên çandiniyê, revandina şêniyan, girtina fîdyayan û lîstina bi cenazeyên şervanên YPJ`ê dike.”

Meryem El-Abo di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk nûnertiya wan dike û tu hezeke din qebûl nakin. Ji ber ku şervanên QSD`ê teror ji herêmê tune kirin û destkeftiyên gel parastin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Jinan a Reqayê Xewle El-Îsa got ew ji bilî diyaloga sûrî-sûrî qebûl nakin.

Civîn bi nîqaşan û redkirina jinan ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê red dikin.

Back to top button