Arşîv

Kongreya Star xwarinê ji bo koçberan re amade dikin

ji ber topbarana dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê bi hezaran şêniyên navçeyê koç bûn û li navçeya Til Temir û Hesekê li dibistanan bicih bûn. Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan li gorî derfetên xwe pêwîstiyên koçberan bi cih tînin.

Bi armanca piştgiriya koçberên Serêkaniyê îro 4 endamên Kongreya Star a navçeya Til Temir dest bi amadekirina xwarinê kirin.

Derbarê vê mijarê de endama rêveberiya Kongreya Star Xedîce Asim ku çêkirina xwarinê dişopîne û alîkariyê dide wan.

‘Dewleta Tirk bi hezaran kes ji ser xaka wan koçber kirin’

Xedîce pêla koçberiyê a xelkê Serêkaniyê bibîr xist û wiha got:”Ji êriş, topbaran û bombebarana li ser gelê Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê bi hezaran kes piraniya wan jin û zarokan in koçber bûn. Zarok di vê zivistanê de bê xwarin û vexwarin dimînin, wê jî gunehê wan rake gelo?. ”

‘Em xwarinê ji koçberên Serêkaniyê re amade dikin’

Xedîce bal kişand ser alîkariyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi koçberan re û wiha got:”Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yê kêm jî, alîkariyê li koçberan belav dike û dixwaze kêmekî êşa wan sivik bike. Em jî wekî Rêxistina Kongreya Star me ji îro de dest bi amadekirina xwarinê kir da ku li koçberên di dibistanan de, belav bikin.”

‘Rojê em ê li dibistanekê belav bikin’

Xedîce diyar kir ku her rojekê ew ê xwarinê li koçberên dibistanekê belav bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ji ber ku hejmara koçberan zêde bûye, em neçar in her rojekê xwarinê ji dibistanekê re çêkin û li wan belav bikin. Bi vî rengî em ê bikaribin xwe bighînin hemû koçberan.”

Piştî ku xwarin hate amadekirin îro li dibistana Seyîf El-Dewlê ku zêdetirî 60 malbatê lê bicih dibin, hate belavkirin.

Back to top button