Arşîv

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE BANGEWAZIYA KONGRA STAR

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
2’yê meha Mijdarê di giştî Cîhanê de wek roja parastina Rojavayê Kurdistanê hatiye naskirin û hatiye diyarkirin. Diyarkirin û pîrozkirina vê rojê em gelek pîroz û manedar digrin dest.di pêvajoya dagirkerîya Tirkiyê û çeteyên wê de gelek helwestên hêja ji aliye giştî hêzên navnetewî û demokratik ên cihanê ve derkete holê. Em van helwestên cihanî hêja û pîroz dibînin. Tam jî van rojên ku Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê giştî ketiye nava dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê de, pîrozkirina 2’yê Mijdarê jibo giştî cihanê û gelên heremê mîsyoneke girîng hildigire û hêviya bidestxistina mafê jiyana civakbûyînê dide avakirin. Pêwîste rol û misyona vê rojê di nava şert û zirûfên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de baş bidin îfadekirin û li hemberî hovîtî û sûcên şer ên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi xwedî derketineke xurt ve maneya vê rojê ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin.
Em jî li gor bingeh, rol û misyona vê rojê; weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet gelên Rojava pîrozkirina 2’yê meha Mijdarê esas digrin û vê rojê li hemû mirovatiyê pîroz dikin. Ev roj, di heman demê de jibo hemû gelên bindest û taybet jibo gelên ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê de ne, wateyeke dîrokî dide diyarkirin. Ji 9’ê Cotmehê ve êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gelê Rojava û pêkhateyên wê bi awayeke dijwar didome û di asta qirkirin û tunekirinê de şerê giran li ser Gelên Kurd pêktînin. Qetilkirina sekreterya partiya pêşeroj Hevrîn Xelef, îşkenceya li ser bedena şervana YPJ’ê Amara Rênas û esîr girtina şervana YPJ’ê Çiçek Kobanê û bikaranîna çekên fosfor ên kimyewî wahşet û barbariya şerê li ser Rojava piştrast dike û di heman deme de şerê îmha û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê radixe liber çavan. Li hemberî van sûcên şer û zihniyeta dagirkeriyê, giringiya wateya vê rojê bersiva herî mezin û menedariya mirovatiyê îfade dike.
Ji aliyê jinên cihanê ve ji roja destpêkê heya niha li hemû deverên cihanê bi her şêwazên çalakiyan ve êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê pirotesto kirine û piştgiriyên xwe jibo jinên herema Rojavayê Kurdistanê dane diyarkirin. Hemû jinên cihanê di bin şiyara “jin Rojava diparêzin” de gelek çalakiyan lidarxistine û bi her cûre rêbazên çalakiyan ve piştgiriya xwe jibo parastina Rojava dane diyarkirin. Em jibo hewildan, ked û piştgiriya jinên cîhanê sipasiyên xwe rêdikin û helwestên wan ên pîroz silav dikin. dîsa ji cih û mekanên şoreşa jinan jinên şoreşger, têkoşînvan û xwedî helwest in silavên berxwedan û azadiyê dişinin. Di heman deme de em hêvî dikin ku çalakiyên bi wate û giran bûha ên li hemû parzemînên cihanê de têne lidarxistin bidome û nirxên şoreşa jinên Rojava bê parastin û piştevaniya azadî û têkoşîna jinan bê berdewamkirin. Jiber, rojava cihê şoreşa jine ye; nirx û destkeftiyên şoreşa jinên Rojava di heman demê de nirx û destkeftiyên şoreşa hemû jinên cihanê nirx û destkeftiyên şoreşa jinên cihanê jî yên Rojava îfade dike. Jibo wê jî em bang hemû jinên cihanê dikin daku roja “parastina Rojava” xwedî derbikevin û di vê rojê de deng, reng û piştgiriya xwe li hemû cihanê belav bikin.
Li ser van esasan em wek Kongra Star wateya vê rojê gelek pîroz dibinin û xwedî derketina vê roje di asta berxwedaniyê de digrin dest. Pêwîste, di nava van kêliyên şer û dagirkeriyê de bi hezaran însan li vê rojê xwedî derbikevin û tevlîbûna xwe di asta serhildanê de bidin diyarkirin. Pêşengên civaka berxwedêr ciwan in. Em bang hemû ciwanên cihanê taybet jî bang ciwanên Rojava dikin daku li vê rojê xwedî derbikevin. Bi deng û rengên ciwanên Rojava ve heybeta roja “parastina Rojava” bêhtir diyar bibe. Em tevlîbûna ciwanan esas digrin jiber tevlîbûna wan wê çalakiyê geştir û mezintir bike û bigîhîne asta serhildanê.
Dîsa em wek kongra star bang hêzên demokratik û navnetewî dikin ku jibo piştgiriya xwe ji vê rojê re bidin diyarkirin û pêşîya şerê qirkirin û dagirkeriyê bigrin. Li çar aliyên cihanê wê ev roj bête pîrozkirin û piştgiriya vê rojê li hemû deveran bên diyarkirin. Bangewaziyê ji hemû aligirên azadî, demokrasi û mirovahiyê re dikin daku di vê rojê de em hêza xwe bikin yek û li hemberî qirkirin, talankirin û dagirkirina dij mirovatiyê bisekinin û van pilanên qirêj bi hevre rawestînin. Em bi hêvî ne ku 2’yê mijdarê de dengê çar aliyên cihanê bi Rojava re bibe yek û helwesta xwe bidin diyarkirin. ji hemû gelên bindest û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî bibin piştevan. Di heman demê de Hêza mirovatiya ku vê rojê diyar kirine û wek “roja parastina Roava” dane diyarkirin em sipas dikin û li vê rojê xwedî derdikevin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berxwedaneke bê hempa dan meşandin û bi sedan şehîd dan. Jibo ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibin şev û roj li ser piyan bûn. Ev berxwedanî û parastina civakê ji aliye gelên Rojava ve hîn jî berdewam dike. Bangewaziya me ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê taybet jî ji gelên Rojava ewe ku jibo roja 2’yê Mijdarê bi hezaran însan tevlîbûna xwe diyar bikin û em roja “parastina Rojava” bi hêza azadî û berxwedaniyê ve bihejînin. Em wek kongra Star carekedin bang hemû gelên berxwedêr dikin û dibêjin vê rojê xwedî dervikevin. Dîsa em bangewaziya xwe jibo hemû hêzên demokratik û navnetewî yên li çar aliyên cihanê dikin daku piştgiriyê bidin roja “parastina Rojava” û bi hevre zilm û zoriya desthilatdar û dagirkeran rawestînin û ji holê rabikin. Jibo tevlîbûna vê rojê em bang hemû Jin, zarok, kal û ciwan û giştî beşên civakê dikin. Jibo li mafê azadiya xwe xwedî derbikevin pêwîste em bi hevre rabin serpiyan û van rojên man û nemanê de pêwîste em hêza xwe bikin yek.
30.10.2019
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A ROJAVA

Back to top button