Arşîv

‘Bi êrîşa Tirkiyê re tevgera DAIŞ`ê zêde bû‘

Endama Rêveber a Kongreya Star a Navçeya Şedadê Reşa El-Keta, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, ev êriş defet da şaneyên terorîstî yên ser bi DAIŞ`ê ve ku çalak bibin û teqînan li gundê El-Dişêşe ya sinorî û giştî herêmê zêde bikin û wiha domand: “Ne tenê li van herêma teqînan pêk tînin, lê belê li giştî Sûriyê dikin da ku hêzên leşkerî mijûl bikin, sivîlan qetil bikin û armancên serokê wan Erdogan bi cih bînin. Di heman demê de da ku tiresê di nava şêniyan de çêbikin ‘‘

Reşa El-Keta destnîşan kir ku hemû jinên herêmê, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) dikin û bi yek rêzî dê parastina xak û rûmetê bikin, her wiha li seranserî xeta sînor jî dê bersiva faşîzma Erdogan û çeteyên wê bidin.

Endama Rêveber a Kongreya Star da xuyakirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk hewl dide ji aliyê bakur ve bi pêş bikeve da ku herêman dagir bike û tev li Tirkiyê bike û got: “Niha jî bi hinceta avakirina herêma ewle bi hemû çekên giran êrişî herêmê dike û zêdeyî 200 hezar malbat koçber kiriye.”

Reşa El-Keta di dawiyê de bang kir ku herêma ewle divê di bin çavdêrî û sponseriya navdewletî de be û artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê jê bûr be.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27