Arşîv

Kongreya Star a Lubanên Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê bibîranî

Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê bi wesîleya Roja Cîhanê ya Piştgiriya daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê berdevka Kongreya Star Emgîhan Hemo ve hate xwendin.

Di daxuxyaniyê de hate gotin: “1‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê ye, bajarê ku li hemberî bihêztirîn rêxistinên terorîst ku di dîroka mirovaniyê de derketiyê ‘DAIŞ‘ sekine. Mîna vê berxwedaniyê tîne. Ji ber ne tenê ji bo rizgarkirina xakekê bû, di heman demê de ji bo rizgarkirina hemû gelan ji terorê ye bû. Berxwedêran bi hêz û îsrara serkeftinê teror têk birin û Kobanê ji pencên rêxistina sûdar rizgar kir.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin piştî binketina planên terorê yên dagirkirina Kobanê vê carî dewleta Tirk a ku destek dide vê rêxistina terorîst raste rast destwerdan kir û wiha hate domand: ” Dewleta Tirk ji 9‘ê Cotmehê ve bi awayekî hovane êrişî Bakurê Sûriyê bi taybet bajarê Girê Spî û Serêkaniyê dike,, di encamê de gelek kes şehîd bûn û zêdeyî 300 hezar koçber bûn. Diyar e ku dagirkirina bajarê Efrînê têra wê nekir, xwest herêmên din dagir bike. Lê di vir de jî careke din hevkariya hêzên herêmê û navdewletî li dijî xak û gelê me derket hole.”

Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê berxwedana Kobanê bi bîr anî, êrişên dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê û bêdengiya navdewletî ya li hemberî van êrişan şermezar kir û bang li aliyê di çareserkirina aloziyê Sûriyê de aktîf in kir, ku erka xwe bi cih bînin, herêmên hatin dagirkirin rizgar bikin, hesab ji Tirkiyê bixwaze, her wiha vegera koçberan a li malên wan misoger bike.

Kongreya Star di dawiya daxuyaniyê de got: “Em vê rojê bikin roja wesîleya piştigrî û hevgirtina bi Rojava re li hemberî hemû xeterî û planên qirkirinê.”

Back to top button