Arşîv

Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Jinên herêma Tebqayê li pêşiya navenda Rêveberiya Jinan kom bûn. Jinan wêneyên şehîdên QSD`ê, jinên ku ji ber kiriyar û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra re bûn qurban, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Amara û hemşîreya bi navê Medya ku çeteyên DAIŞ`ê bi hovîtî bi cenazeyên wan lîstin, hildan.

Meş ji navneda Rêveberiya Jinan dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya bajêr ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê, silavkirina Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û banga bidawîkirina dagirkirinê, hatin berzkirin.

Paşê ji rêveberên Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Wela El-Nacî daxuyanî bidevkî da û anî ziman ku êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Wela got êrişên, dewleta Tirk pîvanên exlaq, mirovî û zagonên navdewletî binpê dike.

Wela nerazîbûna xwe der barê kiriyarên hovane û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li djiî jinan pêk tine, mîna kuştin û lîstina bi cenazeyên şehîd Hevrîn Xelef û Amara her wiha şêwazê derexlaqî ya danûstandina bi esîrên YPJ`ê re mîna Çîçek Kobanê ku erka xwe di parastina gelên herêmê de pêk tanî de, diyar kir.

Di dawiyê de Wela bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku kiriyarên xwe yên li dijî gelên herêmê, bi taybet li dijî jinan, rawestîne.

Back to top button