Arşîv

YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê

Fermandariya Gitşî ya Hêzên Parastin Jinê (YPJ) nasnameya hevrêyên xwe Ronahî û Sara yên 11-13’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûbûn, eşkere kir.

Fermandariyê li ser hevêryên xwe ev gahî da:

‘BÛN SEMBOLA DILPAKÎ Û HEVALTIYÊ’

“Em di kesayeta rêheval Ronahî û Sara de ku bûn sembola dilpakiya hevaltiyê û bûn evîndarê tekoşîna gelan, şehîdên şoreşa mirovahiyê û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi bîrtînin. Em di şexsê malbatên herdu hevalên xweyî hêja de sarsaxî ji tevahî gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê û tevahî jinên tekoşînvan re dixwezin. Em careke din li hemberî mezinbûn û berxwedaniya herdu rêhevalan soza domandina tekoşînê didin.

Berxwedana Rûmetê, ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên wê El Nûsra û DAÎŞ’ê bi fedekarî, ked û biryardariya şervanên vê xaka pîroz berdewam dike. Li hemberî hovîtiya herî mezin ya vê serdemê ku dewleta Tirk pêşengiya wê dike. Îro jinên di parastina nirxên mirovahiyê de bi îsrar in duh li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, îro li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe didin. Hevrê Ronahî û Sara bi ruhê pêşengiya demê bûn sermbolên Berxwedana Rûmetê. Ew bi vîn û biryardariyeke xurt li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk sekinînin.

‘HEVRÊ KEDKAREKE MEZIN BÛ’

Hevrê Ronahî, di temenê xwe yê ciwan de ji bo bibe ferdeke dilpak ya doza gelê xwe berê xwe da nav şoreşa gelan. Di nav malbateke welatparêz û xwedî berdêlên giranbiha de mezin dibe. Bi hişmendiya, jiyana azad diyarî jinan û gelan bike têkoşiya. Di nav salên dirêj yê tekoşînê de, bi dilpakî, girêdana hevaltiyê timî di jiyana xwe de bû mînak ji rêhevalên dorhêla xwe re. Gelek taybetmendiyên jinên şoreşger û tekoşînvan di kesayeta xwe de ava kiribû. Bi vê sekna xwe bû kedkara mezin, li ser xaka kevnar ya xwedawandan lê jiyan kiribû, Til halex.

‘BI CESARET Û FEDEKARIYA XWE BÛ MÎNAKA RUHÊ BERXWEDANÊ’

Hevrê Sara, xwedî heman serpêhatî bû. Hevrê Sara li ser xaka bi bereket ya ku bihust bi bihust bi keda jinan hatibû xweşik kirin li Bajarê Efrînê mezin dibe. Di nav malbateke kedkar û welatparêz de jiyan dike. Ew di şopa hevrê û birayê xwe yê şehîd de bû pêşeng û tekoşînvan gelê xwe. Ji salên destpêkê yê şoreşê de beşdarî nav refên me bû. Di hemû şer û pêngavan de cihê xwe girt. Di pêngav û şerê li dijî DAÎŞ’ê de cihê xwe girt. Di şerê li Efrîn û Şehbayê de cih girt, bi cesaret û fedekariya xwe bû mînaka ruhê berxwedêr. Tevî ku di şerê li Şehba, yê li dijî Cephet-El Nusra de çavekî xwe winda kir lê qet rojek ji bo xwe nekir asteng li pêşiya tekoşînê. Îro li hemberî heman çeteyan li Girê Spî di çeperên pêş yê berxwedanê de cih girt tevlî nav karwanê şehîdan bû.

‘SOZA ME TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BI SERKETINÊ TACÎDARKIRINE’

Ev ezmûna jiyana azad û biryardariya herdu hevrêyên me di tekoşîna xwe de nîşan daye ji bo me çavkaniya domandina tekoşîna azadiyê ye. Em li hemberî şehadeta van herdu hevrêyên xwe careke din dibêjin wê keda şehîdan ji bo me her tim bibe hêvî û baweriya bi serkeftinê. Ji bo em bîr û baweriya şehîdên xwe bi cih bînin, çi ked û fedekarî ji niha û pêve were xwestin em amade ne pê rabikin. Soza me dabû Arîn, Rêvana, Sozdaran, Barîn û Avêstayan em îro di şexsê hevrê Ronahî, Sara û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê nû dikin û dibêjîn wê tekoşîna şehîdên me daye bi serkeftinê bê tacîdar kirin.

Li ser wê bingehê em careke din di şexsê herdu hevrêyan de, şehîdên tekoşîna azadiyê û şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîrtînin. Ji tevahî gelê me, mirovahî û malbata herdu hevalan re sersaxî dixwezin.”

Back to top button