Komîteya Kampanya Parastina Rojava – Jin 2`Ê Mijdarê Silav Kir

Komîteya Kampanya Parastina Rojava – Jin ji bo 2`ê Mijdarê Roja Parastina Rojavayê Kurdistanê ya Cîhanê daxuayniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Jinên delal ên cîhanê ku ji bo aşitî, azadî û dadê têdikoşin.
Hevalên hêja di şerê li dijî faşîzm û welatparêziyê de,
Bi boneya Roja Parastina Rojavayê Kurdistanê ya Cîhanê em silavên xwe yên herî germ ji dil ji berxwedana Rojava re dişînin. Ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve têkoşîna me ya hevbeş a parastina Rojava û destkeftiyên şoreşa jinê li gelek eniyan û li hemû deverên cîhanê bi rengek bê hempa berdewam e. Em hezkirina xwe ya kûr û rêzdar ji hemû xwişk û hevalên xwe re yên ku li eniyên şer di nav refên YPJ/YPG û QSD`ê de ne li dijî êrişên hov, nehsanî yên artêşa Tirkiyê û hêzên wan kujerên cîhadîstan şer dikin, radigihînin. Em hemû jin û mirovên civakên cûda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin. Li hemî deverên Kurdistan û Rojhilata Navîn, li Asya, Afrîka, Ewropa, Avusturalya, Amerîkaya Latîn û Amerîkaya Bakur ku bi dil û tevgerên xwe li berxwedana li dijî êrişên faşîst ên Tirkiyê li ser Rojava yekgirtine.
Bi peyamên ku me ji we wergirt, em jî di derheqê têkoşînên cûda de ku jin û mirovên bindest li her deverên cîhanê pêşeng in li dijî dagirkerî, zordarî, faşîzm, dîktatorî û qirkirina jinê dide meşandin de pêşde diçin. Di van 24 rojên dawî de me ji hevûdu re îlham û hêza xwe werdigirt ku em wekî bingehek serketina xwe ya hevpar dibînin. Careke din, me dît ku em li dijî dijminekî hevpar têkoşînek hevbeş dikin -pergala kapîtalîst ya baviksalarî ya ku hewl dide ku her alternatîfek civakî, polîtîk û aborî ku li ser bingeha nirxên mirovî yên komunal, çanda jinan, dad û têgihiştina ekolojîk a jiyanê têk bibe. Ya ku em li Rojava diparêzin ev e û ya ku me û têkoşînên xwe bi hev ve girêdide ev e.
Berambere êrîşkarî û dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî jiyana me, civak û axa me, li dijî vîn û azadiya jinê, me daxuyaniya jinan bi bangawaziya ‘‘Dagirkeriya Tirkiyeyê Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bisekînîne-Bilez!‘‘ destpêkir. 1930 parastvan, akademîsyen, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û çalakvanên tevgerên cûda yên civakî yên ji her deverê û her wiha 303 rêxistinên jinan, tevger û toran danezanê îmze kirin. Bi vî rengî, em karibin dengê jinan bilind bikin û kiryarên jinên afirîner ên cîhanê li hev bikin. Armanca me ev e ku em ji civata navdewletî û civaka navdewletî daxwaz dikin ku bi avazekê lezgîn gav bavêjin da ku êrîşên qirkirina gelan û qirkirina jinan ên Tirkiyeyê rawestîne.
Her çend êrişa Tirkiyê bi berfirehî ji hêla raya giştî ve hat şermezar kirin û hêzên cihêreng danûstandina wek “agirbest” bi Tirkiyê re, şerên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Carek din di van rojan de me tecrûbir kir ku dagirkirina axê her tim destdirêjî û şîdeta zayendî wek amurekê şer bikartîne. Êşkence û înfazkirina hevalê me û pêşengê şoreşa jinê Hevrîn Xelef; cînayet û destdirêjiya cinsî ya bedena şervana YPJ’ê Amara Renas; di revandina sivîl û birîndarên şervanên YPJ di heman demê de bi gefa destdirêjî û serjekirinê; çend mînak in ku bi eşkere nîşan didin ku şerê Tirkiyê şerekî dijî vîna azad û hêza rêxistinkirî ya jinan e. Werankirin û dagirkerî bi desta dewleta Turkiye berdewame, hîn metirsîyên jenosîd û qirkirina jinan berdewam in.
İro Daxuyaniya me ya Jinan hemû îmzeyên ku komkir radestê ji muxatabên rkir. Bi vê avayî careke din bang û daxwaz kir ku; pêşî li tawanên dijî mirovahiyê be girtin, bilez qada hewayê li bakur û rojhilata Sûriye ji bo hêzên hewayî yên Tirkiyê re be girtin û dagirkeriya dewleta Turkiye hemû hezên xwe ya êrîşkar be şart ji erdê Surî vekşîne. Zêdetir nûnerîn û beşdariya nûnerên jin û mirovan ji hemû pêkhateyên cuda yên neteweyî, çandî û olî li Sûrî ne ku divê di pêvajoyê de ji bo çareseriyek siyasî ji bo aşitiyê, mafên jinan û demokrasî li Sûriyê were misoger kirin. Em neçar in ku pêşiya hesabên qirêj û lîstikên hêzên mêtînger bigrin, bi zorê bidin wan ku ew rêz û bicihanîna mafên mirovan ên gerdûnî yên ku hatine bidest xistin.
Ji bo ku em bigihîjin vê armanca xwe û ji bo parastina şoreşa jinê, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî li Rojava bidomînin û bi hêztir bikin, wekî beşek ji têkoşînên meyên cîhanê li dijî faşîzm û baviksalarî. Piştî rojek ji roja Kobanê ya Cîhanê, îro em beşdarî hêzên ji bo Berxwedana Serdemê ya ji bo Rojava ne. Berî penc salan, me dorpêça faşîzma DAİŞ‘ê ya li Kobanê bi piştgiriya navnetewî şikand û me serketineke ku kes bawer nedikirbi dest xist. Îro jî bi berxwedana xwe ya yekgirtî emê karibin faşîzma Erdogan têk bibin û careke din xwe bigihînin wê serketinê.
Ji ber vê yekê, em bang li jin û mirovên azadîxwaz dikin ku hêzên xwe bikin yek û li dijî faşîzmê li her deverê têkoşînê xurt bikin. Rojava biparêzin û şoreşa jinê li her deverê belav bikin.”