Arşîv

`Berxwedana QSD`ê mînaka wê di dîrokê de tune ye`

Rêveberiya Jin a herêma El-Kerame îro civînek ji jinan re girêdayî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a herêma El-Kerame Sewsen El-Xelef behsa lehengiya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk di Berxwedana Rûmetê de kir û got: “Cîhan li hember berxwedana şervanên QSD`ê ecêb maye û ew berxwedan planên Tirkiyê têk bir.”

Sewsen teqez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Reqayê Meryem El-Abo destnîşan kir ku bajarê Reqayê piştî rizgarkirina ji terorê di nav ewlehiyê de ye. Hêzên Sûriye Demokratîk tevahiya daxwazên gelê Reqayê anîn cih û mafê wî dayê.

Di dawiya civînê de sinevîzyonek girêdayî trajedî û azarên jinê di dema hebûn çeteyên DAIŞ`ê heya bighêje tevlibûna wê di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji DAIŞ`ê hate pêşendan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27