Arşîv

‘Divê dagirkerî ji Sûriyê were derxistin’

Jinên ji herêma Efrînê yên li Şehbayê hatine bicihkirin ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û gotin divê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji xaka Sûriyê derkevin.

Hêvîn Xerîb ji pêkhateyên Ermene wiha axivî:”Ji ber komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Ermen dapîrên wan ji Tirkiyê koçberî Efrînê bûn. Dîroka dewleta Tirk xwe nû dike. Êrişî bajarê Efrînê kir û ji ber wê jî em carke din neçarî koçberiyê bûn.”

Hêvîn di berdewama axaftina xwe de got: “Em weke Ermen û Kurd bi hevre dijiyan. Jiyana me xweş bû bê ferq û cûdahî. Dewleta Tirk a dagirker dîroka xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komkujî û kuştina bi sedan sivîl, bikaranîna çekên qedexekirî û hedefgirtina zarok, ermen û xirstiyanan dûbare dike.”

Di dawiyê de Hêvîn bang li rêxistinên ermenî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji Tirkiyê bixwazin û sînor ji sûcên wê yên derexlaqî re, daynin.

Jina bi navê Hêvî Silman ji pêkhateyên Kurd ev tişt got:”Em dagirkirina xaka Sûriyê red dikin û şermezar dikin. Dewleta Tirk ji dagirikinên têr nabe û çand û nirxên mirovî tune dike.”

Hêvî di berdewama gotina xwe de got çanda osmaniyan kevn e û dagirkerî ye, mirovahiyê tune dike û qir dike û bi taybet îradeya jinan.

Hêvî di axaftina xwe de got îro dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, zihniyeta zilmkar li ser tevahî cîhanê ferz dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê dagirkerî were bidawîkirin. Asta têkoşînê bi yekîtiya jinên cîhanê, civak û biratiya gelan bilind bibe her wiha aştî û aramî li ser xaka Sûriyê pêk bîne.”

Mediya Çawîş jî bang li civaka Êzidî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi yek destî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna sûcên herî qirêj li dijî sivîlan, bisekinin.

Back to top button