Arşîv

Wijdan Nûredîn: Ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê em ji Başûr hatin

Şandeyek jin ji Başûrê Kurdistanê di deriyê sînor ê Sêmalka gihaşt Rojava ji bo ku piştgiriya xwe bi Berxwedana Rûmetê re li dijî dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya şoreşa Rojava ya ku nûnertiya jina azad dike, rave bikin.

Şande ji 21 çalakvanên jinan, rojnamegerên Başûrê Kurdistanê di nav de Dr. Wijdan Nûredîn endama rêxistina REPAK a jinan, Necîbe Umer hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê, Awaz Nîzamddîn berpirsa Navenda Zeredeşt, Seroka Meclisa Şaredariya Silêmaniyê ji Tevgera Azadî Şehîn Mihemed û rojnameger Jîno Mehmûd pêk dihat.

Çalakvana siyasî Wijdan Nûredîn li deriyê sînor Sêmalka ji ajansa me re axivî.

Di destpêka gotinên xwe de Wijdan got: “Em bejna xwe li hember mezinahiya şehîdên Rojava yên ku di rêya parastina rûmet û azadiya gelê herêmê de şehîd bûne, ditewînin.”

Wijdan destnîşan kir ku: “Armanca serdana şandeya jinan ji Rojava re, piştgiriya berxwedana şêniyên Rojava ye. Daxwaza me ya sereke agirbest e, ferzkirina qedexeya firîna balafiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî darizandina çeteyên ku bi cenazeyê sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef lîstine.”

Wjdan balkişand ser ku şehîdxistina Hevrîn bi rêbaza hovane, tê wateya hedefgirtina jina azad û têkoşer.

Wijdan di nav gotinên xwe de êrişên li ser jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina wan bi şêwazên hovane, rêbazên dewletên kapîtalîzmê ne yên ku li hemberî azadiya jinê ne û wiha domand: “Lew ra em bang li tevahiya jinan dikin ku bi yekrêzî li hember van kirinan ên ku mafên jinan binpê dikin, bisekinin.”

Di dawiyê de Wijdan teqez kir ku berxwedana jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pergalên zordest û kapîtalîzmê bi hêztir e û wiha pê de çû: “Ya ku hişt em serdana Rojava bikin, fedekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. ew nûnerên şoreşa Rojava ne. Lewra wek erk ji jinên başûrê kurdistanê tê xwestin berê xwe bidin Rojava û piştgiriya berxwedana jinan bikin.”

Back to top button