Arşîv

‘Ji bo ku dengê heqîqetê bighînin cîhanê em ê kedên hevpar pêk bînin‘

Li gorî bernameya şandeya jinan a Başûrê Kurdistanê, îro serdana avahiya Kongreya Star a kantona Hesekê kir. Piştî civîna ku di navbera şandeyê û endamên koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê û Rojava li dar ketiye, her du aliyan daxuyaniyek hevbeş dan.

Daxuyanî bi awayekî devkî ji hêla berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeyro, berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, endama Tevgeya Jinên Kurdistanê Wijdan Nûrdîn û rojnamevan Jîno Hemo ve hate xwendin.

Axaftvanan bixêrhatina tevahiya rêxistinên jinan yên ku ji bo piştgiriya jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine, kirin. Her wiha teqez kirin ku ev alozî di encama êrişa Tirkiyê de yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rû da, êriş jî dagirkirina axa Sûriyê, binpêkirina serdestiya dewletê ye bi lihevkirin û komployên hêzên cîhanî.

Ji aliyekî din ve destnîşan kirin ku Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê hewl didin demografiya herêmên dagir kirine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherin. Piştî ku şêniyên wê yên resen dan koçberkirin. Di heman de jinan helwestên hinek dewletî cîhanî yên navneteweyî û NY`î yên bi siyastên Tirkiyê di guhertina demografîk de hevkar in, şermezar kirin. Jinan destnîşan kirin ku ruxmî ku cîhanî hemû deyndarê Hêzên Sûriye Demokratîk e ji ber ku li şûna wan şerê terorê kir û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Lê dîsa jî gavên cidî neavêtin, êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ranewestandin.

Jinan êrişên Tirkiyê bi zêdegaviya li ser tevahiya gelên herêmê ji Suryan, Ermen, Kurd û Ereb wesifandin. Her wiha îşaretpê kirin ku ji destpêka êrişê ve zêdetirî 300 hezar ji Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û gelek pêkhateyên din ji herêma di navbera Serêkaniyê û heta Girê Spî koçber bûne.

Di axaftinan de bang li Civaka Nevdewletî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku, li kêleka gelê Sûriyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin, hêzên navdewletî bişînin herêmên hatine dagirkirin û dagirkeriyê rawestînin. Her wiha vegera bi ewle ya tavahiya koçberan ji mal û warên xwe re dabîn bikin û rê li ber guhertina demografîk ya herêmê bigirin.

Jinan sersaxî ji malbata şehîd Hevrîn Xelef û giştî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwestin û bang li civaka navdewletî kirin ku hesab ji sûcdarên qetilkirina Hevrîn Xelef bixwazin.

Di dawiya axaftinên xwe de, teqez kirin ku wek rêxistin û saziyên jinan, dê ji bo yekîtiya jinên Kurdistanê û giştî jinên cîhanê tev bigerin da ku li hemberî van êrişên dagirkerî yên Tirkiyê tevî çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre bên rawestandin. Dê ji bo dengê heq, edalet, aştî û demokrasiyê bighînin her derê cîhanê û sûcdar werin muhesebekirin.

Paşê şande çû serdana navendên îwa yên koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Qamişlo.

Back to top button