Arşîv

Li Minbicê Roja Cîhanî ya 25`ê Mijdarê bi civînan tê pênasekirin

Bi nêzikbûna Roja cîhanî ya têkoşîna tundiya li dijî jinê, ku dikeve roja 25`ê Mijdarê , Meclîsa Jinê ya Minbicê û gundewarên wê, dest bi organîzekirina rêze civînên pênasekirina vê roja cîhanî kir, ev hemle bi silogana “ Em ê bi şoreşa jin a azad civakeke bê tundî avabikin“, bi rêve diçe.

Di civînê de, bi dehan şêniyên gund û endamên meclîsa jinê beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêvebirên Meclîsa Jinê Hale El-Hesen axivî û ev roja cîhanî pênase kir, destnîşan kir ku heta niha li dijî jinan here cûre tundî tê meşandin.

Di roja 25`ê Mijdarê de, xwîşkên Mîrapal ji aliyê hakimê bi navê Terxîlo li wîlayeta Hatayê hatin qetilkirin. Xwîşkên Mîrapal li hemberî zulma ji aliyê hakim de li ser wan hatiye ferzkirin, nerazîbûn nîşan didan û li ser vê yekê hatin qetilkirin.

Hale destnîşan kir ku îro jî jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî heman zulm û tundiyê tên “ Ev tundî ya ku berê dihate kirin niha ji aliyê çeteyên dewleta Tirk wan destek dike ve, tê pêkanîn.“

Berdevka Meclîsa Jinê Îbtîsam Ebdulqadir jî da zanîn ku ,tundiya li ser jinê ji aliyê axaftinî(gotin), cesedî û regezî ve, tê meşandin.

Tê payîn Meclîsa Jinê di nava 7 rojan bê navber, rêze civînên pênasekirina Roja Cîhanî ya nehêştina tundiya li dijî jinê, bidomîne.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27