Arşîv

Meclîsa Jinên Sûriyê: Bûyerên li ser xaka Sûriyê rû dide jenosîd e

Meclîsa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyek teqînên terorîst ên duh bajarê Qamişlo rû dan û qetilkirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin“ Duh şaneyên terorîstî yên veşartî bi teqînan bajarê Qamişlo kirin armanc, di encamê de ziyanên canî çêbûn û hejmarek din jî birîndar bûn. Di heman rojê de keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan dema berê xwe dabûn bajarê Dêrazorê da ku çevdêriya tamîrkirina dêra Ermenan bikin ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê ve hatin qetilkirin.

Ti kes nikare kiryarên şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistinên terorîstî û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev cûda bike. Rêbazên qetilkirin û qirkirinê yek in.

Her du alî hewil didin aramî û ewlehiya jiyana hevbeş a di navbera gelan, mezheb û çandên Sûriyê de têk bidin û her projeyeke çareseriya siyasî ya ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya Sûriyê ji nav bibe.

Tiştê li ser xaka Sûriyê rû dide, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye, dikeve jêrxaneya jenosîdê der heqê pêkhateyên gelê Sûriyê de.

Her wiha sûcên qirkirina netewî, guhertina demografî û koçberiya bi dare zorê ya derheqê tevahî sûriyan de di nav xwe de digire.

Tirkiyê bi êrişên xwe û dagirkirina herêmên Sûriyê derfet ji bo vejandina rêxistinên terorsît afirand, di serî de DAIŞ`ê da ku ji nû ve çalak bibe û ewlehiya herêmê û cîhanê careke din tehdîd bike.

Em Meclisa Jinên Sûriyê van sûcan şermezar dikin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Ermen re dixwazin.

Em careke din bang li civaka navdewletî, Yekitiya Ewropayê û NY`î dikin ku girtekên nû ji bo muhesebekirina Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ji ber sûcên li Sûriyê kirine bigirin. Bûyerên li Sûriyê rû didin li gorî tevahiya pîvanan kerastek mirovî ye. Êdî mirov nikare li hember binpêkirinên qanûna navdewletî ya ku li Sûriyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve pêk tê, tehdîdkirina ewlehiya herêmê û vejandina DAIŞ`ê bêdeng bimîne.”

Back to top button