Arşîv

Li Minbic û Şehba têkildarî 25‘ê Mijdarê civîn hatin lidarxistin

Di çarçoveya rêze civînên Meclîsa Jinê yên bi durişma “ Bi şoreşa jinê em ê civakekî bê tundî ava bikin“ de, du civînên cûda li xeta Muhtereq a li başûrê rojavayê Minbicê û li navçeya Ebû Qelqel ya başûrê rojhilatê bajêr lidar ketin. Di civînan de bi dehan şênî amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Endama rêvebir a Meclîsa Jinê Hala El- Hesen di axaftina xwe de behsa dîroka roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û dîroka têkoşîna jinê li hemberî hemû şîwazên tundiyê û koletiyê kir.

Endama Nevenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn El-Qoco bal kişande ser têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê û wehkeviyê de û li ser şêwazên tundiya li ser jinê ji aliyê hişmendiya baviksalariyê ve axivî û got:“Di civakê de gelek pirsgirêk rûbirûyê jinan tên, wek pirbûna hevjînan, zewaca di temenê biçûkde û hin adetên din ên di civaka eşîrtî de li ser jinê hatiye ferzkirin hene.“

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Minbicê Îbtisam Ebdulqadir rola jinê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û beşdarbûna wê di pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê û şerê li dijî DAIŞ`ê, anîn ziman.

Îbtîsam destnîşan kir ku îro jin li ser destên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên qetilkirin, bi cernazeyan wan têne lîstin, şehîd Hevrîn Xelef û hin jinên din ên têkoşer jî ji aliyê wan ve hatin qetilkirin.

Îbtîsam got ‘‘Jin hewil didin civakekê ku tundî lê tinebe ava bikin û ji komplo û şêwaziyên tundiya li dijî jinê rizgar bibin, ji bo vê rêyê de serkeftî bin divê civak were perwewrdekirin û bibe civakekî rewşenbîr.“

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27