Arşîv

Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê li taxa Miftî kom bûn, bi meşekê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan û êrişa dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiriyê şermezar kirin.

Ciwanan alên Hêzên Sûriye Demokratîk, meşale, pankartên bi nivîsên “Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe gora Erdogan û DAIŞ`ê” rakirin û sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê, Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin. Ciwanan ji taxê ber bi Navenda Çand û Hunerê ya taxa El-Salhiye ve meşiyan.

Meş li ber navendê rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Sabir Hisên axivî û got: “Wek ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bi tevahiya rêbazan em tev li parastina axa û gelê xwe bin. Piştgiriya hêzên xwe yên leheng bikin ên ku li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra disekinin.”

Hisên wiha domand: “Em ê li hember zêdegaviya Tirkiyê yê ku axa me dagir dike, şêniyên wê dide koçberkirin û milkên wan talan dike heya dilopa xwînê ya dawîn biseinin.”

Mîtîng bi berzkirina sloganên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27