Arşîv

Li ber çavê mafên mirovan zehmetiyên zarokên astengdar ên koçber

Di nava malbatên koçber ên di dibistanên Hesekê de gelek zarokên astengdar hene û pêwîstiyên wan bi dermanan heye. Lê li gel xemasiya rêxistinên têkildarî zarokan azarên wan zêdetir dibe.

Zaroka 9 salî Rewa Mûsa di mêjiya xwe de astengdar e, hertim bi hewcedariya dermenên mejî ye. Malbata Rewa beriya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê dima, lê niha li dibistanên Hesekê de dimîne.

Dayîka Rewa dibêje ku keça wê bi hewcedariya dermenkirinê ye û îşaretpê kir ku rêxistinên têkildarî zarokên astengdar ji bilî miqdarek biçûk a pere û cilek tiştek din pêşkêş nekirin.

Ezîze Hesen dayîka zarokek astengdar bi navê Elî Mihemed (7) ku ji mêjiya xwe ve astengdar e ji ber zehmetiyên mezin ên ku dikşîne û xwestekên zarokên wê yên astengdar giliyên xwe tîne ziman: “Elî bi hewcedariya dermankirina fizîkî ye û divê rewşa wî hertim were şopandin, ji roja em hatin koçberkirin ve em nikarin dermankirina fizîkî jê re peyda bikin.”

Sena Mistefa dayîka zarokê bi navê Mueyed Mihemed Yesîn(13) ê ku bi felcê mejî ketiye dibêje: “Kurê min ji zayînê ve bi felce mejî ketiye. Mîna lawiran tevdigere û dengê wekî yên lawiran derdixîne.”

Dema mirov derbasî odeya Mueyed dibe tevgerên wî yên xerîb dibîne. Gelek dijwar malbat pê re bide û bistîne. Dayîka wî dibêje: “Mueyed bi hewcedariya dermana mejî ye. Lê niha ew derman tune ye. Ji bo dermankirina domdar divê biçe dibistanê.”

Zarokê bi navê Îbrahîm Xalid Oso (8) bi nexweşiya tevgera zêde ketiye. Tevî malbata xwe ji Serêkaniyê koçber bûye. Dayîka wî Esma dibêje: “Îbrahîm bi hewcedariya dermanên sinir e. Divê hertim di nav zarokan de be ji bo ku tevgerên xwe kontrol bike.”

Ciwanên bi navê Mehmûd Mihemed Mistefa (24) bi nexweşiya Dawn ketiye bi malbata xwe re di dibistaneke bajarê Hesekê de dimîne. Dayîka wî dibêje: “Piştî koçberiyê êdî danûstandin bi Mehmûd re dijwar bûye. Ew hertim dixwaze vegere mal.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo şêniyên di encama kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve koçber bûne, 64 dibistan vekirine. Her wiha Kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwêne yê 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê vekir.

Back to top button