Arşîv

Siyasetmedarên jin: Armanca Tirkiyê koçberkirina gelên ku DAIŞ`ê tune kirin e

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Heta niha bipêkirin û sûcan der heqê sivîlan de û koçberkirina wan didomînin. Girêdayî mijarê endamên jin ên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û Meclisa Sûriye Demokratîk ji ajansa me re axivîn.

Endama Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriye Demokratîk Fatme Hesîno destnîşan kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe yên dawîn têkbirina projeya jiyana hevbeş û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike. Her wiha gelên ku şerê DAIŞ`ê kirine bide koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bike di hewldanekê de ji bo ku demografiya herêmê biguhere.

Fatme wiha domand: “Erdogna îdia dike ku ew ewlehiya neteweyî bi rêya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze. Lê çima ev gotin dema DAIŞ`ê herêma sînor kontrol kiribû negot? Gelo wê demê DAIŞ`ê wek dabînkerê ewlehiya xwe dihesiband?”

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Sûriya Demokratîk Sekîne Mihemed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi lez dest bi êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li gel daxwaza Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`ê. Ev tişt metirsiyên Erdogan geş kirin ji ber wê dest bi êrişan kir di hewldanekê de ji bo ku DAIŞ`iyên xwe serbest berde.

Her wiha endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Helebê Stirvan Hemûş got: “Armanca van êrişan têkbirina projeya demokratîk û ewlehiya herêmê ye berovajî tevliheviya herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ji Cerablus heya Efrînê.”

Back to top button