Arşîv

Danişîna Leyla Guven hat taloqkirin

AMED – Di danişîna doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir.

Danişîna 8’emîn a doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla beşdarî danişînê nebû û parêzera wê Reyhan Yalçindag amade bû.

Danişînê bi xwendina girteyan dest pê kir. Hatibû xwestin axaftina kurdî ya Leyla li beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê were deşîfrekirin û dosyeya Amed û Wanê bikin yek. Lê hat dîtin ku bersiv nedane vê daxwazê.

Dozger xwest ku hisûsên kêm yên dosyeyê temam bibin û daxwaz kir ku kontrola edlî ya derbarê Leyla de dewam bike.

Parêzer Reyhan Yalçindag xwest ku kontrola şertê edlî ya qedexeya derketina derve ya miwekîla wê bê rakirin.

Danişîn hat taloqkirin

Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derve red kir. Heyetê xwest bersivê bidin muzakereya deşîfrekirina axaftina kurdî û Dadgeha Wanê û her wiha biryar da ku telefona Leyla ya hatibû desteserkirin paş de bidinê. Heyetê danişînê taloqî dîrokek pêş kir.

Back to top button