Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê: Herî zêde dewleta Tirk tundiyê li jinan dike

Meclisa Jinan a Sûriyê bi dirûşma “Na ji tundiya li dijî jinan re” bi armanca nîqaşkirina tundiya ku li ser jinan tê kirin û girîngiya rola rêxistin û saziyên jinan di vê der barê de, panêleke diyalogê li dar xist.

Panêl bi boneya nêzîkbûna roja 25`ê Mijdarê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar ket. Di panêlê de hejmarek ji jinên nûnerên saziyên sivîl, partî û saziyên olî li taxa Şêxmeqsûd, amade bûn.

Panela diyalogê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Helebê Heyfa Hesen axivî û bal kişand ser çawaniya bidawîkirina hemû cureyên tundiyê. Her wiha girîngiya kar û xebatê ku di vê derbarê de ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve tê meşandin.

Piştre deriyê diyalogê li pêşiya jinên beşdar hate vekirin. Beşdaran destnîşan kir ku roj li pey rojê ew îmkanên jinan di hemû qadên jiyanê de bi taybetî di şerê Sûriyê de, her wiha derketina jinên xwedî fikrên azad, ferq dikin.

Jinan tekez kir ku dema pêşxistina civakê û bidawîkirina tundiyê ku hiştiye gelek jin berê xwe bidin xwekuştinê, hatiye û banga xilasbûna ji hemû rengên nîjadperestiyê kir.

Jinan her wiha diyar kir ku yê herî zêde di dema niha de tundiyê pêk tîne, artêşa Tirk a dagirker e, ku bi armanca tunekirina têgihîştina jinan a çandî û siyasî û tirsandina wê, jinên zana hedef digire.

Jinan di nîqaşên xwe de daxwaza lidarxistina panêlên bi vî rengî kir, ji ber ku dihêle jin xwe bigihînin nêrîneke hevpar ji bo pêşxistina xwe.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27