Arşîv

Besê Hozat : Di şexsê Rojava de êrişî jin, zarok û mirovahiyê tê kirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Besê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan axivî.

Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariyên faşîst hemû dijminê jinan e û got, “Faşîzm xwe li ser dijminatiya li jinan, civakê û xwezayê diafirîne. Komkujer û tineker e. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê jî qirker e û tineker e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê desthilatdariyeke faşîst e ku dijminê jinê ye. Desthilatdariyên dijminê jinê hemû desthilatdariyên dijminê civakê ne. Bi êrişa li dijî nirx û berhemên civakê hebûna xwe didomînin. Ji ber ku faşîzm xwe ji şer, tundî û xwînê xwedî dike.”

Besê destnîşan kir ku ev rastî di polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê re bi rengekî eşkere tê dîtin û bi bîr xist ku di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de kuştina jinê û tundiya li jinê gihîşt asta bêsînor.

Besê anî ziman ku piştevaniya navbera jinan û tevgerên jinan roj bi roj xurtir dibe û got, “Têkoşîna azadiyê ya jinan dînamîka demokratîk a civakê dixe nava liv û tevgerê. Dibe gava destpêkê ji bo berxwedana civakî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û desthilatdarî hemû vê yekê li dijî xwe weke gefekê dibînin, lewma îdeolojiya zayendîperestiyê geş dikin û li dijî jinê şer û tundiyê mezintir dikin û hîn bi xurtî teşwîq dikin.”

Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo bê dîtin ku dijminatiya li jinê gihîştiye kîjan astê divê mirov li dagirkirina şaredariyên HDP’î binerin ku bi hinceta sîstema hevserokatiyê hatin desteserkirin û got, “Jin bi rengê xwe tevlî siyasetê dibin, siyasetê demokratîk dikin, di şexsê şaredariyan de jiyana wekhev û azad ava dikin. Dixwazin jinên bi vê rolê tevdigerin li qada siyasetê nehêlin. Di şexsê vê jinê de êriş li siyaseta demokratîk, li jiyana azad tê kirin. Ev yek kûrbûna polîtîkayên qirkirina jin û civakê ye.”

Besê got, “Ev êrişa namerdane ya li dijî sîstema hevserokatiyê êrişa li dijî jinên azad, êrişa li dijî destketî û nirxên jinê ye” û destnîşan kir, “Hevjiyana azad, temsîliyeta wekhev, sîstema hevserokatiyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe sedema pêşketina exlaq û çandeke demokratîk. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber tirsa mezin a ji jiholêrabûna feraset û çanda zayendîperest bi rengekî xwînxwarî êrişê dibe ser sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Ji jinên azad, ji civaka azad a bi jinên azad ditirsin.”

Besê Hozan anî ziman ku êrişên desthilatdariya faşîst êrişên li dijî jinan û civakê ye û got, “Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî divê hevpar û kolektîf be. Niha wezîfeya herî sereke ew e ku têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî bê xurtkirin. Pêwîstî bi yekîtiyeke têkoşîna jinan heye. Têkoşîna jinan a demokratîk a yekbûyî ya li herêmê û navneteweyî tê wateya xweparastina herî mezin a jinan hemûyan. Jin dema ku bi rengekî rêxistinbûyî têkoşiya û bi hev re tevgeriya hingî wê xurt bin. Metirsiyên li dijî jinan ferz dikin ku jin bi hev re tevbigeirn û bi hev re têbikoşin.

Sîstema hevserokatiyê, projeya hevjiyana azad destketiya jinan hemûyan ên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Her êrişa li dijî vê yekê hate kirin êrişa li dijî azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê divê jin hemû li van nirx û destketiyan bibin xwedî. Bêdengiya li pêşberî van êrişan tê wateya bêdengiya li pêşberî nirxên azadiyê û azadiya xwe ku ev jî dibe sedema windakirineke mezin. Tevgera jinên Kurdistanî û tevgera jinên Tirkiyeyî dema ku hêza xwe kirin yek û li dijî êrişên desthilatdariya faşîst têkoşîneke hevpar meşandin hingî dikarin destketiyan biparêzin. Rêxistinkirin û têkoşîna hevpar rêya garantiya jiyana wekhev û azadiya jinê ye.”

Besê di vê nuqteyê de bal kişand ser şoreşa Rojava û destnîşan kir ku şoreşeke jinê ye.

Hevseroka KCK`ê anî ziman ku Rojava 7 sal in bi sîstemeke demokratîk a xwe dispêre temsîliyeta wekhev a li derveyî dewlet û desthilatdariyê û got, “Ev nirxên mirovahiyê ku di şexsê jinên azad de şênber bûye, bi şoreşa Rojava re ji nû ve şîn bû. Êrişa dagirkeriyê ya li dijî Rojava, ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî nirxên mirovahiyê, êrişa li dijî hêviyên jiyana azad ên mirovahiyê ye. Êriş di şexsê Rojava de li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê wijdanê mirovahiyê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabû ser piyan. Dewleta Tirk a faşîst dijminê jinane, dijminê Kurdane, dijminê mirovahiyê ye.”

Çawa ku di dîroka mirovahiyê de jin û gelê Kurd di afirandina nirxên mirovahiyê de xwedî roleke sereke bû, niha jî heman rola xwe didomînin. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa herî berbiçav a vê rastiyê ye.”

Besê bi bîr xist ku gelên dinyayê, mirovahî bi rengekî xurt li vê sîstemê dibe xwedî û got, “Ev yek bi rastî jî rewşeke ku mirovan kelecanî dikin.”

Besê Hozan got, “Em ê bi yekbûna jinan, bi kombûna li dora nirxên jinan ên gerdûnî û bi berxwedana bi cewherê jinê pêşwaziyê li 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bikin. Ji ber ku hêza me heye ku em têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê her demê bidomînin û dinyayeke bê şer û bê tundiyê biafirînin.”

Back to top button