Arşîv

`Têkoşîna tundiya li ser jinê rizgarbûna ji desthilatdariya koletiyê ye`

Kongra Star ji 6`ê Cotmeha derbasbûyî ve, bi silogana “ Xak û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ`ê derxîn in“ ji jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re dest bi lidarxistina rêze civînan kir. Civîn bi boneya hatina roja 25`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna tundiya li ser jinê ne.

Di vê çarçovê de, Kogra Star heta niha 25 civîn ji komînên taxan û hemû saziyên sivîl û werşeyên kar re lidar xistine. Bi beşdarbûna jinên pêkhateya Turkimen û Ereb civîn bi pirrengiya xwe dihatin nîşandan.

Têkildarî rêveçûna civînan, endama rêveber a Kongra Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman axivî.

Hêvîn destnîşan kir ku armanca van civînan, pênasekirina Roja Cîhanî ya Têkoşîna tundiya li ser jinê ye, girîngiya vê rojê û detayên berxwedana xwîşkên Mîrabal li hemberî dîktatoran, ji jinan re were nîşandan.

Hêvîn wiha domand:“ Tevî ku roja têkoşîna tundiya li ser jinê hate ragihandin lê heta roja me ya îro hîne bi tevahî şêwazan tundî berdewam e. Ji ber vê yekê em armanc dikin di hemleyê de asta rewşenbîriya civakê li ser hemû astan bilind bikin, her wiha em bal bikşînin ku tundî ne tenê li ser jinê tê bikaranîn, lê belê ji aliyê dîktatoran ve li ser zilaman jî tê pêkanîn, wisa civak ji desthilatdariya koletiyê re serî ditewîne.“

Hêvîn, da zanîn ku“ Bi nêzikbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê re dê berxwedan berdewam be, em bang li hemû jinan dikin asta berxwedanê bilind bikin û li hemberî hişmendiya baviksalariyê rawestin.“

Back to top button