Arşîv

Kongreya Star biryara darvekirina mamosteya zimanê Kurdî Zehra şermezar kir

Daxuyanî li pêş navenda Kongreya Star ya li bajêr ji aliyê endama Komîteya Perwerdê Ya Kongreya Star Kewser Hisên ve, hat xwedind.

Endamên hemû saziyên jinan li bajarê Kobanê beşadar bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serdema îro, ku cîhan tevahî behsa demokrasî, wekhevî û mafên mirovan dike em wek gelên Rojhilata Navîn, bi taybet gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi hemû cureyên qirkirinê re rû bi rû dimînin. Bajarên me tên dagirkirin, çanda me, zimanê me tê qedexe kirin, zarokên me tên kuştin. Gelê me mecbûrî koçberiyê tê kirin, axaftina bi zimanê dayikê însanên me ber bi darvekirinê ve dibin.

Dewleta Îranê wekî her car hovîtiya xwe li ser gel, jin û zimanê me dike. Careke din biryara darvekirina jina Kurd dide. Jina bi navê Zehra îro li Îranê bi biryara darvekirinê re rû bi rû dimîne. Wekî Şêrînan û Ferzendan, bi sedan însanên me di sê dara Îranê de hatin darve kirin.

Li hember desthilatdariya Îranê ku li ser gelê me dide meşandin, di rojên ku têde li cîhanê tevahî şideta li ser jinê tê şermezar kirin. Em wek hereketa jin Kongreya Star bê dengiya dewletên navnetewî û saziyên mafên mirovan ji van kiryarên Îranê û dewleta Tirkiyê re şermezar dikin. Her wiha em banga gelên cîhanê, saziyên mafê mirovan, tevahiya jinan dikin ku li hember kuştina Hevrînan û Zehreyan û şideta li ser gelan û jinan bê deng nemînin û rê li ber hovîtî û desthilatdariyê bê girtin.

Na ji dagirkeriyê re, Na ji şideta li ser jinê re, Jin jiyan azadî”

Back to top button