Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê hewldana kuştina Lîna Ebdulwehab şermezar kir

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî hewldana qetilkirina endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşrojê Lîna Abdulwehab daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Duh komên terorîst hewl dan endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Lîna Ebdulwehab di mala wê de a li Dêrazorê qetil bikin. Di encamê de Lîna bi giranî birîndar bûn.

Ev bûyer li gel berdewamkirina sûcên der heqê sivîlan de ji destpêka êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek binpêkirinên hovane der heqê sivîlan de pêk anîn ji bûyera kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û teqînên ku bûn sedama şehîdketina bi sedana qurbaniyên sivîl.

Em Meclisa Jinan a Sûriye bi nêzîkbûna Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê re em vê bûyerê û tevahiya sûcên li dijî jinan têne kirin şermezar dikin. Em bang li NY û civaka navdewletî dikin sînorekî ji vê zêdegaviyê re deynin û berpirsyariyên xwe li hember bûyerên li Sûriyê der heqê jinan de ji hêla hêzên dagirkeriyê û komên terorîst pêk tîn, bînin cih.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27