Arşîv

Kalkan: Kurdan bi Rêbertî re guhertineke bingehîn a paradîgmayê kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku li dinyayê hin tişt tên nîqaşkirin, ji ber ku di nava krîz û kaosê de ye û got, “Li ber qimayetê ye. Eger nikaribe xwe rizgar bike dibe ku qiyamet rabe. Di bingeha rizgarkirinê de jî zîhniyet, nêrîn, feraset û nêzîkatiya li jiyanê heye.

Rêbertî nêrîna xwe bi parêznameyên xwe destnîşan kir û got, ‘ev ê bê nîqaşkirin û çareserî jî ji vir bê peydakirin’. Pîvanek, astek û çarçoveyek destnîşan kir. Wê demê ya esasî ewe ku ev bê fêhmkirin, mirov xwe li gorî wê perwerde bikin, biguherînin û xwe bigihînin vê astê.”

Kalkan got, “Divê rastiya me rastiya Rêbertî be, di esasê wî de jiyana azad a civakî heye” û anî ziman, “Eger em dixwazin zîhniyeta Rêbertî fêhm bikin, bipejirînin hingî divê em zanibin ku Rêbertî jiyanê çawa dinirxîne, nêzîkatiya wî ya li jiyanê û berpirsyariya wî ya li jiyanê hîn bibin. Rewşa tengavî û seranserî bi vî rengî dikare çareser bibe. Li şûna reva ji nêrînê bi vî rengî kûrbûna di nêrînê de pêk tê.”

Kalkan ragihand ku divê têkiliya îdeolojiyê bi felsefeyê, bi zîhniyetê re bê danîn û got, “Îdeolojî komkirina pîvanane. Pîvanên jiyanê ye. Lê belê ne komkirina ziwa ya pîvanane. Felsefeyeke jiyanê heye ku ew pîvan xwe dispêrin wê. Zîhniyetek heye ku ew pîvan xwe dispêrin wê. Pîvanên xwe yên exlaqî ya polîtîk heye ku bêyî wan nabe.”

‘RÊBER APO BI GIRANÎ LI SER GUMANBARIYÊ RAWESTIYA, TIMÎ LÊ DIPIRSÎ’

Kalkan destnîşan kir ku Ocalan giranî da ser gumanbariyê û got, “Destnîşan kir ku kareterê bingehîn nêzîkatiya gumanbarî ye bi gumanbarî nêzî her tiştî bû, lê pirsî, kete nava lêgerînan, di mijara fikrî û pratîkî de xwe kûr kir, hewl da ya rast bijî, pêk bîne û bi vî rengî xwe gihand vê bingeha lêgerînê.”

‘MEJIYÊ CIVAKÎ NERME’

Kalkan bal kişand ser tespîta Ocalan a der barê mejiyê civakî ku digot ‘Mejiyê civakî nerme’ û got, “Civak ber bi her alî ve dikare tevbigere, nediyare ku bi kîjan alî ve biçe. Meyla xwe bi birêvebirin û têkoşînê heye. Lewma kesayet jî wiha ye. Pêwendiya xwe bi kesayet re heye. Mirovek bi têkoşîna xwe ya navxweyî, bi têkoşîna xwe ya zîhniyet û wijdanê heye. Bi têkoşîna xwe ya xeta îdeolojîk û rêxistinî heye. Em bi vî rengî pênase dikin. Rastiyeke mirovê bêtêkoşîn nîne. Divê lêpirsîner be. Nuqteya ku ezeztî lê diqede û kesayet dibe civakî ji vir dest pê dike.”

‘BI NÊRÎNA RÊBERTÎ RE GUHERTINEKE BINGEHÎN A PARADÎGMAYÎ PÊK HAT’

Kalkan ragihand ku mirov tenê hebûneyeke biyolojîk nîne, bi têkoşînê jiyana xwe destnîşan dike û got, “Girînge ku ev yek bê fêhmkirin. Ji aliyê zanistî ve divê bê fêhmkirin, ji aliyê wêjeyî ve divê bê vegotin. Rêbertî xwest ku rastiya bû sedema vê yekê bê fêhmkirin û analîzkirin.”

Kalkan got, “Guhertin di şexs de û di nava civakê de, di çand, exlaq, ruh, hest û nirxên civakê de tê kirin. Civaka Kurd bi rastiya Rêbertî guhertineke bingehîn a paradîgmayê dît. Ev guhertin hî jî didome. Paradîgmaya ku mêtingeriyê, sîstema desthilatdarîparêz û dewletperest û netewperest ava bike têk bir û ji hev xist.”

‘YA KU REJÎMA QIRKER TÊK BIBE EXLAQÊ APOYÎ YE’

Kalkan anî ziman ku hişmendî û exlaqê mirovên azad ên nû ji vir ava dibe û got, “Exlaqa civakî ji kûrahiya dîrokê tê. Lê belê ew exlaq nabe ku mîna xwe yekser bê wergirtin. Gelek pîvan ji serdema heyî re nabin bersiv. Êrişên rejîma qirkeriya çandî ew exlaq eciqandiye, têk biriye. Ji bo têkbirina rejîma qirkeriya çandî, ji bo têkbirina înkar û tinekirinê pêwîstî bi exlaqekî heye ku civaka demokratîk biafirîne. Exlaqê Apoyî jî vê yekê destnîşan dike. Ev exlaq pîvanên Rêbertî ye.”

‘DANHEVIYA ÇANDÎ YA CIVAKÊ ÇIQASÎ XURT BE CIVAK JÎ EWQASÎ XURTE’

Kalkan destnîşan kir, çawa ku civakek bê exlaq û polîtîka nabe, di heman demê de civakek bêçand jî nabe û got, “Eger civakek ji bo xwe paşerojê plan neke û biryarê di wê der barê de wenegire û pêk neyne, ew civak wê tine bibe. Mirov bi komkirina nirxand ji civatan veguheriye civakê. Bi van danheviyên nirxand ji civakên destpêkê yên mirovan civakên mezin ên heyî ku jê re civakên neteweyî tê gotin hatiye afirandin. Yek ji esasên civakbûnê jî çande. Civakek çiqasî xwedî danhevî, dewlemendî û hêza çandî be ewqasî civakeke xurte, elxaqî ye û polîtîkaya xwe jî dikare pêk bîne.”

Kalkan anî ziman ku rejîma qirkeriya çandî hewl dide civakîbûna Kurdan tine bike, li şûna wê netewîtiya Tirk a nû ava bike û got, “Li dijî rejîma qirkeriya çandî Rêber Apo weke alternatîfeke nû ya di pîvana civaka demokratîk û kesayetên azad de xwest hebûna Kurdan û jiyana azad biparêze. Bêguman rastiya Apoyî di avakirina çandê, pêşvebirina xeta îdeolojîk û rêxistinî û afirandina pîvanan de veguherî danheviya çandî û exlaqî. Her ku ev pêk tê Rêber Apo ji şexs bêhtir dibe partî, PKK jî ji partîbûnê bêhtir dibe civak û neteweya demokratîk.”

Kalkan destnîşan kir ku ev exlaq bêguman ji xwe re exlaqa civaka Kurd a dîrokê esas werdigire.

‘QIRKIRINA CIVAKÊ QIRKIRINA ZÎHNIYETÊ YE’

Kalkan destnîşan kir ku qirkirina civakê di cewhera xwe de qirkirina zîhniyetê ye û got, “Berevajîkirin û kokirina zîhniyetê ye. Dema ku zîhniyet hate têkbirin hingî civak û mirov hîn bi hêsanî dikarin bên talankirin. Ji wê jî wêdetir mêtingerî û desthilatdarî wê bibe bi xwesteka xwe. Ev yek koletiyeke girane. Ji ber vê yekê hêzên serdest û dewletê her tim hewl didin mejî têk bibin, lawaz bikin.”

‘RÊBERTÎ DI ASTA EŞQÊ DE BI NIRXÊN CIVAKÎ VE GIRÊDAYÎ YE’

Kalkan got, “Divê em girêdana Rêbertî ya li welatparêziyê, welat, ax, dîrok û çandê fêhm bikin, têbigihêjin. Girêdana Rêbertî bi nirxên civakî di asta eşqê de ye. Jê gelekî sûdê werdigire, hîn dibe, lêkolîn dike û bi wan hebûna xwe didomîne. Rêbertî hem di dîroka hezaran salî ya mirovahiyê hem jî di her kêliya paşeroja hezaran salî de dijî. Wê lêkolîn dike, lê difikire. Civakîbûn, welatparêzî, hezkirina ji xakê ne tenê gotineke li gel Rêbertî. Hesteke. Yekbûna bi rastiyan re ye. Xwe ji wê rastiyê dibîne. Welatparêzî bi vî rengî pênase kiriye.”

Kalkan destnîşan kir ku Ocalan kapîtalîzmê weke metirsiyeke mezin ji bo paşeroja mirovahiyê dibîne, lewma sekna xwe ya li dijî kapîtalîzmê eşkere ye û got, “Ji bo ev metirsî bê astengkirin şert dibîne ku divê Şoreşa Modernîteya Demokratîk pêk were. Teoriya şoreşê jî ji vir weke rizgariyê afirandiye.”

‘MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK AFIRANDINA JIYANA AZADE’

Kalkan ragihand ku modernîteya demokratîk afirandina jiyana azade û got, “Mirovê azad û jiyana azad ji bo têkoşîna me ya azadiyê xwedî girîngiyeke dîrokî û civakî ye. Ya ku dibe sedema vê girîngiyê jî civakîtiya modernîteya demokratîke.”

Kalkan destnîşan kir ku têkoşîna jiyana azad li ser vê bingehî rêbaza bingehîn a şênberkirina mîrateya modernîteya demokratîke.

HEVJIYANA AZAD

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27