Arşîv

Komxebata Jinan li Qamişlo dest pê kir

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de û bi dirûşma “Bêdengiya we me dikuje” dest bi komxebata xwe kir. Komxebat li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dikeve.

Di hola komxebatê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef ku 13`ê Cotmehê ji aliyê Artêşa Wetenî ya Sûriyê ve hat şehîdkirin, wêneyên dayika Eqîde ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li dijî karwanê ku ber bi Serêkaniyê ve diçû di 13`ê Cotmehê de, her wiha wêneyên komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî sivîlan pêk hatine, hatine daliqandin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê tev li komxebatê bûn.

Di destpêkê de seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Rûken berxwedana lehengî ya şervanan a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 9`ê Cotmehê ve dest pê kirine, silav kir.

Rûken diyar kir ku di nava çend salên şoreşê de jinan gelek gav avêtin, di hemû aliyan de serkêş in û wiha anî ziman: “Îro hemû hêzên navdewletî û bi taybet dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê projeya me dikin hedef. Ji ber ku ditirsin ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên din û bi taybet li Tirkiyê belav bibe.”

Rûken destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze îradeya gelê herêmê û bi taybet îradeya jinên azad têk bibe, ji ber wê jî siyasetmedar Hevrîn Xelef bi hovane şehîd xist û bi cenazeyên têkoşeran dilîzin.

Di dawiyê de seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed tekez kir ku jin bingeha demokrasiya civakê ye.

Komxebat didome.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27