Arşîv

Girêdayî 25`ê Mijdarê daxuyaniyên cuda

Di nav rêzeçalakiyê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê ya ku dikeve 25`ê Mijdarê bi dirûşmeya `Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em faşîzêm têk bibin` Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Rêveberiya Jinan a Reqa û Tebqayê daxuyaniyê cuda dan.

Daxuyaniya Rêxistina Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji hêla seroka Buroya Rêxistinkirina Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Intîsar Dawûd ve hate xwendin.

Di daxukyaniyê de hate gotin: “NY`î 25`ê Mijdarê wek roja têkoşîna li hember tundî û newekheviya ku li ser jinê tê ferzkirin diyar kir. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin pêk anîn, tev li rêveberiyan û meclisan bûn heta bighêje asta wekheviyê. Her wiha mohra xwe danî ser tevahiya warên jiyanê û ji bo pêşxistina jinê ji bo ku karibe bi awayekî çalak tev li dozan bibe û xwedî biryar be nêrînek stratejîk danî.

Lê îro artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên ku berê jinê û destkeftiyên wê di radeya yekemîn de kirine hedef, em dibînin ku îro jî jinê dikin hedef mîna ku bi cenazeya şehîd Hevrîn Xelef û Amara lîstine.

Wek jinên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê em binpêkirinên tevahiya aliyên ku şer li herêmê afirandine û bi awayekî neyînî mudexele kirine jib o ku ewlehiya heêrmê bihejînin û evahiya binpêkirinên ku têkbirina rûmeta jinê û destkeftiyên wê dikin hedef şermezar dikin. em bang li rêxistinên navdewletî û jinan li cîhanê dikin sûca li herêmê tê kirin eşkere bikin. em banga darizandina sûcdarên şer dikin. em bang li rêxistinên jinan û yên hiqûqî yên sûrî dikin ku li hember êrişê bisekinin û yekitiya Sûriyê, serdestiya wê biparêzin. Ji bo ku welatekî bi destê jinên aştîxwaz ava bikin û mafên jinan di destûra Sûriyê ya nû de mirsoger bikin. em soza şopandina rêya têkoşeran didin `

Girêdayî heman mijarê rêveberiyên jin ên bajarên Reqa û Tebqayê pankart li kolanên sereke yên bajêr pêxistin û daxuyaniyek hevpar dan.

Jinên karmendên saziyên sivîl û rêveberiyên jin ên Reqa û Tebqayê li Stada Beledî li navenda Reqayê kom bûn û bi nêzîkbûna Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî tunediya li ser jinê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem Ibrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ÎEm vê rojê wek rojek dîrokî ji bo jinê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser wê bi rêya urfûadetan tê meşandin dihesbînin. Di şerên ku li cîhanê niha rû didin de li Iraq, Lîbya û Yemenê jinê tê hedefgirtin bi taybet jinên êzidî ji hêla DAIŞ`ê ve hatin kuştin, revandin, destavêtin û di bazaran de hatin firotin. ev sînaryo der heqê jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dibe. binpêkirinên dagirkeriya Tirk der heqê jinên Ermen de bi heman hovîtî der heqê jinên bakurê Sûriyê de pêk tên. Dagirkeriyê şehîd Hevrîn Xelef kuşt û bi cenazeyê wê lîst, cenazeyê şehîd Amara parçe kir û dayîka Aqîda kir hedef.

Heval Çîçek Kobanê dîl hate girtin. Bi vê yekê qanûnên navdewletî di şeran de binpê kirin. Tenê ji bo ku dengê jinê zaîf bike û li gel vê roja cîhanî asta şerê zihniyeta mêrdestî ji kesayeta jinê re bi rêya hedefgirtina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çekên qedexekirî eşkere kir.

Bi nêzîkbûna wê rojê re me dest bi hemleya lidarxistina gelek çalakiyan ji bo ku asta tundiyê li ser jinê kêm bikin. jib o wê gelek panel li dar ketin, sinevîzyon, kurtebelegefîlm hatin pêşendan, şanoyên girêdayî vê rojê ji hêla komîteyên çand û hunerê hatin pêşkêşkirin. Belavokirin pênasekirina vê rojê hatin belavkirin, bernameyên telefizyonê û hevdîtinên bi çapemeniyê re hatin li dar xistin.”

Back to top button