Arşîv

Jinan li Kerkûkê li dijî tundiya li jinê çalakiyek kirin

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li jinên li Kerkûkê li ser banga Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) çalakiye kirin. Çalakî bi drûşmeya “Li dijî dagirkerî û kuştina jinan bêdengiyê bişkîne” daxuyaniyek ji aliyê berpirsê buroya RJAK ya li Kerkûkê Mamoste Dilovan Ekrem ve hate xwandin.

Di daxuyaniyê de Ekrem got: “Diyare ku li seranserê cîhanê jin di her qada jiyanê de rûbirûyê hemû cûre şidetê tê, li Kurdistanê jî rexmî ku berxwedan û têkoşîn û hewldanekî zêde ya jinan ji bo bidest xistina mafê jinan û netewî û demokrasiyê tê dayîn lê ji ber berdewam bûna dagirkeriya dewletên dagirker ya li Kurdistanê de her ku diçe şidet zêde dibe.”

Derbarê rewşa jinan a li Iraq û herêma Kurdistanê Mamoste Dilovan Ekrem diyar kir: “Wek hemû cihên din li herêma Kurdistan û Iraqê jî di astekî berbiçav şîdetekî zêde li ser jinan tê kirin û ji ber ku çareseriyek jê re nayê danîn lewma jin xwe dikujin.

Li gorî bîlançoya rêveberiya Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinan roj bi roj gazincên jinan ya li dijî şidetê zêde dibe, bi taybetî şîdeta derûnî û destdirêjiya zayendî.

Li seranserê Iraq û herêma Kurdistanê di nava 24 saetan de yek yan du jin di encama şidetê jiyana xwe ji dest dide. Ew jî ji ber neguherîna bingehîn a hişmendiya takekesên li civakê, nebaş bûna aboriya jinan û serwerbûna hişmendiya zilamsalariyê pêk tê.”

Mamoste Dilovan Ekerem bal kêşande ser bandora destwerdanên dagirkeran ya li ser wê mijarê û got: “Bajarê Kerkûkê jî yek ji wan bajaran e ku têde gelek jin dibin qurbanê şidetê; her wiha destwerdanên dagirkerên Kurdistanê weke Îran û Tirkiye ku bûne sedema têkçûna asayîş û aramiya Başûrê Kurdistan û Iraqê, li gorî wê jî bandorê dagirkeriya leşkerî, aborî û çandî bi awayekî rasterast li ser zêdebûna asta şîdetê heye.”

Derbarê berpirsiyartiya RJAK’ê ya li beramberî jinan Mamoste Dilovan wiha pêde çû: “Em RJAK’ê û weke helwestekî me ya jinan û berpirsiyartiya me li hemberî pirsgirêkên netewî li gel ku hemû êrîş, şidet û dagirkeriya hemû dagirkeran ya li Kurdistanê şermezar dikin, em piştgiriyekî heralî didin berxwedan û têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinan birêve diçe.”

Di dawiyê de çalakî biberz kirina drûşmeyên “Bijî têkoşîna yekgirtî ya jinan”, “Bimire hişmendiya namûsperestî û zayendperestî ya li dijî jinan û mirovatiyê” û “Jin, Jiyan, Azadî”yê we bidawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27