Arşîv

Li Şehbayê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî

Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Tevgera Kevana Zêrîn di Kampa Berxwedan de ya girêdayî navçeya Fafînê li Şehbayê bi tevlibûna bi dehan şêniyên kampê û endamên jin ên yekitiyê sivîl, çalakiyên hunerî ji şano û dîlan li dar xistin.

Di çalakiyê de Koma Viyan Soran a girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn du şano pêşendan.

Di şanoyan de têkoşîna jinê li hember tundiya li ser jinê li ser tevahiya astan û hewldana wê ji bo ku azadî û mafên xwe bidest bixe vegot. Her wiha îşaret bi êrişên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan der heqê jinan û zarokan de hate kirin.

Heman çalakî wê sibe li Şehbayê dîsa li dar kevin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27