Arşîv

Li Beyrûtê têkildarî 25‘ê Mijdarê panelek pêk hat

Li Beyrûtê ku paytexta Lubnanê ye, Kongreya Star û Weqfa Newroz a Çanda Civakî têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinan panelek li dar xist. Bi dehan kurdên li Lubnanê û dostên wê, rêvebera Kongreya Star Netewî Xemgîn, rêvebera TEV-DEM‘ê Şervîn Cûdî û seroka Weqfa Newroz Henan Osman beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Têkildarî wateya dîrokî ya Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Henan Osman axivî û got: “Em jin hemû çalakiyên xwe yên 25‘ê Mijdara îsalî diyarî hevala xwe sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin û şervana YPJ‘ê Amara Rênas a li dijî DAIŞ şer kir û endama Meclisa Edaleta Jin dayika Aqîda dikin.”

Henan Osman bal kişand li ser tundiya ku li herêmên Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin li ser jinan tê meşand û ev tişt anî ziman : “Dagirkeriya Tirik û çeteyên wê bi rêya koçberkirina niştecihan, guhertina demografîk, wêrankirina hawirdorê tundiyeke rêxistinkirî li dijî civakê û jinan bi taybet dimeşînin.”

Henan Osman di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtin, mezinkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê û hercûr tundiya li ser jinan kir.

Panel bi nîqaşan û bersiva pirsan bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27