Arşîv

Nesrîn Abdullah: Divê mekanîzmeya parastina hevbeş ji tevahiya jinan re bê avakirin

Bi nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê re berdevka fermî ya YPJ`ê Nesrîn Abdullah ji ajansa me re girêdayî çawaniya avakirina mekanîzmeya hevbeş ji tevahiya jinan re û yekkirina kedên wan di têkoşîna li dijî faşîzmê de axivî.

Nesrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de tevahiya jinan cîhanê yên ku piştgiriya hêzên wan di van şertûmercên dijwar û hesas de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re darbas dibe dikin silav kirin.

DIVÊ EM BEHSA MIJARÊN STRATEJÎK BIKIN

Nesrîn îşaret bi rewşên jinên ku rastî tundiyê li tevahiya cîhanê tên di nav de Sûriyê kir û got: “Divê gelek mijarên stratejîk werin nîqaşkirin. Ji bo derbaskirina pirsgirêkan hewcedarî bi enerjiyek mezin heye.”

Nesrîn wiha domand: “Pergal û zihniyeta mêrdestî yên heyî ji jinê re nebûn hêzek parêzvan, ji ber ku jêdera pirsgirên jinê zihniyeta mêrdestî û pergalên ku cîhan bi rêve dibine, yên ku edalet, wekhevî û demokrasiyê îdia dikin. Lê ew ne mîna ku îdia dikine, rewşa heyî îsbata wê ye.”

‘DIVÊ EM VÊ ROJÊ BIKIN ROJA GIRTINA BIRYARÊN HEVBEŞ KU XIZMETA TEVAHIYA JINAN DIKE Û WAN DIPARÊZE’

Nesrîn destnîşan kir ku pêwîst e her roj bibe roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Divê li ser pirsgirêkên jinê bê rawestandin, ev roj bibe roja mezinkirina asta têkoşînê. Roja ku biryarên hevbeş ji bo xizmeta jinê li her derê bike û wan biparêze werin girtin.

AVAKIRINA MEKANÎZMEYA PARASTINÊ YA HEVBEŞ LI HER DERÊ

Nesrîn di nav gotinên xwe de behsa girîngiya vedîtina mekanîzmeya parastina hevbeş ji tevahiya jinan re kir û got: “Dema ew mekanîzme hebe, wê tevhiya şerên ku li her derê rû didin bi taybet li Rojhilata Navîn bi dawî bibin.”

Nesrîn destnîşan kir ku jin dikare çareseriyên guncew peyda bike û wiha domand: “Ji ber ku dema ew pirsgirêkên xwe çareser dike, ew tê wateya ku jin dikare tevahiya pirsgirêkan çareser bike.”

Nesrîn diyar kir ku mekanîzmeya behsa wê dike ne tenê girêdayî aliyê leşkerî ye. Ji ber ku gelek aliyên mekanîzmeya parastinê hene, siyasî, civakî, hiqûqî û gelek aliyên din. Ev mekanîzme pergalek ku dikare tevahiya civakan ne tenê jinê biparêze ava dike.

‘EGER MEKANÎZMEYA PARASTINÊ LI ŞENGALÊ HEBÛYA WÊ JINÊN ÊZIDÎ NEHATINA FROTIN Û KUTŞIN’

Nesrîn destnîşan kir ku jinên êzidî di 2014`an de rastî hovantirîn cureyên tundiyê ji kuştin û frotin hatin û wiha domand: “Me dît ku jinê nikarî xwe biparasta ji ber ku ji hêla zihniyeta mêrdestiyê û pergalên serdest ve dihat birêvebirin. Ev tişt di bûyerên ku li Şengalê der heqê jinên êzidî de ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatin kirin diyar bû, lewra ev mijar pêwîst e û divê li ser were sekinandin.”

‘NE JI YPJ`Ê BÛYA GELO WÊ ÇI BI SERÊ JINAN BIHATA?’

Nesrîn girêdayî çaranûsa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eger YPJ`ê ji destpêka şoreşê ve tunebûya wê çawa bûya pirs kir.

Nesrîn got YPJ`ê ne tenê hêzek leşkerî ye lê belê hêzek civakî ye dikare çanda parastinê li her derê ava bike. Ev jî bandor li tevahiya civakan û hêza hevgirtina wê li dijî komên çekdar kir.

Nesrîn destnîşan kir ku YPJ`ê jinê gihand astekê ku bi karîna xwe bawer bike piştî ku ji hêla zihniyeta mêrdestiyê ve hatibû paşguhkirin. Ji siyê derkeve û baweriya tevahiya çînên civakê bi dest bixe. Tevî ku bû amûra avakirina wekheviyê di navbera mêr û jinê de.

‘YPJ`Ê NÛNERTIYA FELSEFEYA JIYANA NÛ DIKE’

Nesrîn got YPJ`ê xwedî têkoşînek ideolojî ye. Di rewşa şer de ava bû lê ger ku şer raweste jî ev tekoşîn ranaweste. Ji ber ku nûnertiya felsefeya jiyana nû dike û tevahiya jina vedihewîne.

‘HEVRÎN QETIL KIRIN JI BER KU NÛNERTIYA KESAYETA JINA BERXWEDÊR DIKE YA KU KOLETÎ QEBÛL NAKE’

Nesrîn di berdewama gotinên xwe de teqez kir ku jin di tevahiya serhildan û xwepêşendanan de pêşeng e. Mînaka wê herî berbiçav şehîd Hevrîn e. Ya ku hate kuştin ji ber ku nûnertiya kesayeta jina berxwedêr a ku koletiyê qebûl nake dike. Her wiha dayîka Aqîde di qadên civakî de, şervan Amara ya ku teslîmkarî qebûl nekir û canê xwe feda kir. Her wiha bi sedan şervanên ku li berxwe didin û bi dehan ji wan gihaştin asta şehadetê. Lewra divê ev nimune ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş ket mezin bibe û jinên tevahiya cîhanê ji xwe re bikin mînak.

‘20 JIN Û ZÊDETIRÎ 40 ŞERVANÊN JIN DI BERXWEDANA RÛMETÊ DE LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ ŞEHÎD BÛN’

Nesrîn destnîşan kir ku ji 9`ê Cotmehê ve jin rastî hovantirîn êrişan ji hêla artêşa Tirk a dagiker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê. Armanca wan a sereke têkbirina vîna jinê ye. Nesrîn îşaret pê kir ku 21 jin bi awayekî hovane ji hêla çeteyan û dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Tevî ku zêdetirî 40 şervanên jin gihaştine asta şehadetê.

Nesrîn destnîşan kir ku ev êriş plankirî ne û armanc wê ya sereke jina berxwedêr e, ne ji ber wê bûye jin rastî ewqas êriş nedihat.

‘BI DIRÛŞMEYA `JIN JIYAN E AZADÎ` JINÊN CÎHANÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIKIN’

Nesrîn teqez kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve û heta niha bandorek mezin li tevahiya jinên cîhanê kir û got: “Jin li her derê piştgiriya berxwedana jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya `Jin jiyan e azadî` dikin.

‘DIVÊ HER ROJ EM LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊ BIKOŞIN’

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah bang li tevahiya jinan kir ku têkoşîna wan di vê rojê de sînordar nemîne, lê belê divê her roj asta têkoşîna xwe mezin bikin. Têkoşîna wan wê jin, mêr û civakê rizgar bike û bi hev re wê jiyanek azad ji tevahiya mirovahiyê re ava bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27