Arşîv

Jinên Efrînê: Têkoşîna me ya li dijî tundiyê berdewam e

Bi dirûşmeya “Dagirkerî tundî ye..Em ê bi berxwedana Hevrînan dagirkerî û faşîzmê têk bibin” bi sedan jinên herêma Efrînê (kantonên Efrîn û Şehbayê) li gundê Til Qerah ê Şehbayê hatin ba hev.

Jinan pankarên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Xak û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ‘ê tine bikin, “Vîna me ji tundiya we bihêztir e” û wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Kongreya Star û YPJ‘ê hilda bûn.

Meş ji kolana sereke ya gundê Til Qerah ber bi kampa Serdemê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên sivlavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tundiyê hatin avêtin.

Meş li qada kampa Serdemê rawestî û bi deqeyeke rêzgirtin mîtîngeke destpê kir, rêvebera Kongreya Star a kantona Efrînê Fatima Silêman û rêvebera Kongreya Star a kantona Şehbayê Rîhab Cebo axivîn. Di axaftinana de têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî dagirkerî û terorê hate destnîşankirin. Her wiha tundiya ji aliyê dagirker û çeteyan ve li ser jinan têne kirin hate şermezarkirin.

Kesên axivîn banga mezinkirina têkoşînê li dijî dagirkerî û tundiyê hate kirin.

Piştre, koma şano ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn şanoyeke li ser tundiya li dijî jinan ji aliyê komên çete yê Tirkiyê ve li ser jin û zarokan hate pêşandan.

Back to top button