Arşîv

Dayika Hevrîn: Yên çavê xwe ji qetilkirina jinan re digirin, hevkarên kujeran in

Têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, girêdayî wê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet sûcên li dijî jinan, Sûad Mihemed dayika Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef ji ANHA‘yê re axivî.

Hevrîn Xelef 11‘ê Cotmeha 2019‘an li rêya rêya duwelî dema ber bi bajarê Qamişlo ve diçû ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hate şehîdxistin.

Dayika Sûad, di destpêka axaftina xwe de şehîdên têkoşîna azadiyê yên Sûriyê û tevahî cîhanê bi bîr anî û got, berxwedana jinan pîroz e û dê li dijî faşîzmê biser bikeve.

Dayika Sûad, anî ziman ku êrişa hovana ya li ser şehîd Hevrîn û hemû jinên têkoşer delîlê îflasa siyaseta dagirkeran e ku li dijî azadî û têkoşîna jinan disekinin û wiha domand: “Êrişên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de jin kirin hedef. Mînaka vê yekê dayika Aqîde, sembola jina azad û dayikên aştiyê ye ku di êrişa Tirkiyê ya li dijî sivîlan şehîd bû. Dîsa şehîd Amara ya ku çeteyan bi cenazeyê wê listin. Ev kiryar li dijî nirxên mirovî û exlaqî ye. Her wiha şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê ya di hemû eniyên parastina gel û jinan de cih girt û dîl ket destê çeteyan ên ku mîna guran li dora wê kom bûn ji ber ku jin e, lê tevî van hemûyan nikaribûn bi berxwedana jinan.”

Dayika Sûad bêdengiya rêxisitnên mirovî li hemberî tundiya li ser jinan tê meşandin şermezar kir û ev tişt got: “Şehîd Hevrîn yek ji çalakvan û siyasetmedar bû ku hewl dide gelê Sûriyê bike yek, lê Erdogan û çeteyên wê rêz ji sîfeta wê ya siyasî re negirtin. Hevrîn tenê pênûs û raman higirtibû da ku peyama xwe bighîne cîhanê. Kanîn ên ku banga parastina mafên jin û siyasetmedaran dikin?”

Dayika Sûad her wiha got, hovîtiya Tirkiyê ya li dijî têkoşer û siyasetmedaran rastiya Erdogan û fikrê wî yên li hemberî jina azad eşkere kir.

Di berdewama axaftina xwe de dayika şehîd Hevrîn, diyar kir ku şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî çi Kurd çi Ereb yên ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne navê Hevrîn li zarokên xwe kirine û gotin, heta niha 19 kesên navê zarokên xwe ku nû hatine dike kirin Hevrîn.

Dayika Sûad, destnîşan kir ku yên çavên xwe li qetilkirin û tundiya li ser jinan girtine ji kesên ku bi çek êrişî jinan dikin ne cûda ne, ew di sûcên li dijî jinan e şirîk in.

Dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mihemed axaftina xwe wiha domand “Dagirkerî tundî ye..bi berxwedana Hevrînan û hemû jinan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin, ji ber ku jin jiyan, bê jin jiyan nabe, bi berxwedana wan em ê biserkevin, ji ber ku ji berxwedanê jiyan afirandine.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27