Arşîv

Meclisa Kongreya Star banga hesabxwestina ji sûcdarên şer kir

Meclisa Kongreya Star a herêma Serêkaniyê ya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi slogan “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrîn Xelef em ê dagirkerî û faşîzmê hilweşînin” li Kampa Waşokanî daxuyaniyek da.

Cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm, koordînatora Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo û berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd amade bûn û koordînatora Kongreya Star Heyva Erebo daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Bi rihê têkoşerên şopdarên rêyên Xwişkên Mirabal, Hevrîn, dayîka Aqîde û Amara em jinên cîhanê yên têkoşer silav dikin, jinên ku bi saya wan roja 25`ê Mijdarê bûye roja têkoşîna li dijî tundiya dagirkeriya Tirk.

Di pêvajoya jiyanê de jin der dem rastî tundiyan tên, ji tundiya derûnî bigire û heta bi tundiya bêparbûna ji mafên xwe, destdirêjî û qetilkirin, lê belê şerê li dijî pêşdeçûna jinan, qezenckirina hêz û kapîtalîzma nû ya li dijî tundiyê jin kir xwedî îrade, pê re jî civakeke wekhev û adîlane hate afirandin.

Nîşana hovîtî û dîktatorîya çewisandina têkoşîna jinên ku hewl didan beşdarî qada siyasî û rêxistinî bibin, di rastiya Xwişkên Mirabal a 1960`yî de diyar dibe, ji ber ew bûbûn pêşengên têkoşîna li dijî tundiyê û hewl didan dîroka jinan biguherînin.

Îsbata vê yekê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku şoreşa jinê ye, hem di qada siyasî, hem di qada leşkerî û dîplomatik de jinan roleke sereke dilîst û bûne pêşengên civakê. Ji ber vê yekê destkeftiyên şoreşê, destkeftiyên şoreşa jinê ne, di heman demê de ev proje mîsogeriya jiyana wekhev, biratiya gelan û wekheviya zayendî ye.

Lê belê dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Efrînê re û paşê ji xaka Serêkaniyê û Girê Spî re, rasterast êrişên li dijî destkeftiyên şoreşa jinan in. Ji ber vê yekê dewleta Tirk jin û zarokên welatê me koçber û qetil kirin û malbatên çeteyên li cihê wan bi cih kirin, beramberî vê yekê raya cîhanî bê deng ma.

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Kongreya Star şaxê Serêkaniyê daxuyaniyek ji raya giştî re eşkere kir û kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ şermezar dikin, her wiha rêxistin û saziyên navdewletî yên ku bi navê mirovahiyê bang dikin şermezar dikin.

Em bang li têkoşerên cîhanê dikin ku yekitiya xwe ava bikin û hesab ji kesên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk anîne bixwazin kir, di gel ku banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî dewleta faşîst, kujer û DAIŞ`î kir.”

Back to top button