Arşîv

Kongreya Star navendeke xwe li gundê Mînaz ê Kobanê vekir

Kongreya Star navendeke xwe li gundê Mînaz ê 3 km li rojavayê bajarê Kobanê dikeve, bi merasîmekê ku tê de bi dehan endamên xwe û saziyên herêmî û jinên gund amade bûn, vekir.

Navend bi navê şehîd Peyman Dogan (Zehra Mihemed) hat binavkirin. Dê li wir çalakiyên Kongreya Star ên der barê birêxistinkirina jinan û çareserkirina dozên wan de werin lidarxistin.

Merasîma vekirinê bi axaftina rêvebera Kongreya Star Edlê Bekir dest pê kir. Edlê vekirina navendê pîroz kir û wiha got: “Bi rêya vê navendê em ê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Dê di demeke nêz de gelek navendên me li gundên girêdayî bajarên herêma Firatê werin vekirin.”

Piştre deriyê navendê ji aliyê beşdaran ve hat vekirin.

Back to top button