Arşîv

Têkildarî 25`ê Mijdarê semîner û daxuyanî

Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê de bi dirûşmeya `Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin`, li kantonên Hesekê û Qamişlo semîner ji endamên jin ên Hêzên Parastina Civakî-Jin hatin orgenîzekirin. Her wiha koçberên Girê Spî daxuyanî dan.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê HPC-Jin bi silogana “ Tundî dagirkeriye, em ê bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriya faşîst têk bibin“ semînerek li salona civînan a taxa Kelasê organize kir.

Di semînerê de Hêva Erebo axivî û destnîşan kir ku bûyera der heqê her sê xwişkên Mêrbel de pêk hatiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi rêya kuştina têkoşer Hevrîn Xelef, hedefgirtina dayîka Aqîde û şervana YPJ`ê Amara dubare dibe.

Hêva diyar kir ku 25‘ê Mijdarê roja têkoşîna jinan a li hemberî tevahiya cureyên zulmê ye.

Hêva diyar kir ku jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xweşiktirîn destanên lehengî û fedekariyê li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê raber kirin. Her wiha ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî berdêlên buha daye.

Hêva teqez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema heyî de rastî tundiya siyasî tê ji ber ku Tirkiyê û çeteyên wê li gel bêdengiya navdewletî herêmê dagir dikin.

Di berdewamiya semînerê de Hêva Erebo destnîşan kir ku gelê herêmê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser gelek destkeftî bi dest xistin, proje di radeya yekemîn de li ser azadiya jinê û xwebirêvebirinê ava dibe.

Hêva balkişand ser ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê dagir bike û gelê wê bikuje û wiha domand: ” Ji 45 rojan ve dagirkerî tevî çeteyên xwe sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil dikin, bajaran dagir dikin û demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diguhêrin.”

Di dawiyê de Hêva Erebo pêwîstiya hevgirtina tevahiya gelên herêmê li hember artêşa Tirk a dagiker teqez kir.

REQA –TEBQA

Komîteya Jin a kantona Girê Spî daxuyaniyek da û tê de bang li cîhanê kir ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku vegera koçberan ji warên wan re mîsoger bike.

Daxuyanî di kampa koçberên Girê Spî de ya li gundê Til Semin ê bakurê gundewarê Reqayê ji hêla endama Komîteya Jin a kantona Girê Spî û endama rêveber a kampê Wefa Paşa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin: “Jin ji hezaran salan ve ji zulm û koletiyê azar dikşîne. Bi saya fikr û felsefeya ronakbîr Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan jin azad bûye û mîna kulîlikên biharê dibişkive. Her wiha rola xwe ya pêşeng lîst. Jiyan bê jinê ne pêkan e. Ew dayîk, xwişk û hevser e û li rex zilam şer dike.”

Di daxuyaniyê de bang li NY û tevahiya dewletên cîhanê hate kirin ku dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyan ava bikin, da ku hikumeta Erdogan tune bikin, rijandina xwînê gelê Sûriyê rawestînin, girtiyên jin ên siyasî ji girtîgehên hikumeta Tirkiyê yên hovane serbest berdin û şênî vegerînin warên wan ên dagirkirî.

Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Jin a Reqa û Tebqayê semînerek ji bo pênasekirina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ji şêniyên rojavayê gundewarê Reqayê re dan.

Semîner li avahiya Meclisa Gel a navçeya Sehlebiye bi tevlibûna bi dehan ji jinên bajarokê û endamên Rêveberiya Jin a Tebqa û Reqayê hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Zelîxa Ebdî kurtdîroka jinê, pênasekirina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê û berxwedana xwişkên Mêrberl li dijî zordestiyê vegot.

Her wiha Zelîxa cureyên tundiyê yên ku der heqê jinê de têne bikaranîn û bandorên wê yên neyînî şîrove kirin. Bi taybet ên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve têne kirin. Zelîxa îşaret bi rêbaza hovane ya qetilkirina têkoşer Hevrîn Xelef û Amara Rênas kir.

Di dawiya semînerê de sînevizyonek girêdayî tundiya li ser jinê bi taybet tundiya DAIŞ‘ê li dijî jinan pêk dianî hate pêşendan.

TIRBESPIYÊ

Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê – Jin (HPC – Jin)ya navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo, di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê semînerek ji endamên (HPC-Jin) re organize kir.

Semîner li Akademiya Şehîd Herekol a li rojavayê navçeya Tirbespiyê hate organîzekirin. Ji Rêveberên HPC-Jin Viyan Rênas semîner pêşkêş kir û Roja Cîhanî ya Têkoşîna tundiya li dijî jinê pênase kir.

Viyan Rênas da xuyakirin ku jin timî bibû qurbaniya rejîmên zordestî û qurbaniyên têkilyên siyasî û bazirganî yên wan rejîman û wiha domand:“ Mixabin heta roja me ya îro der heqê jinan de tundiyê têne pêkanîn.

Viyan da zanîn ku dagirkeriya dewleta Tirk bi van êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide vîna gelên hatine rizgarkirin bişkîne û taybet vîn û îradeya jinê bişkîne.

Di dawiya semînerê de, deriyê nîqaşan hate vekirin. Banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan hate kirin.

Back to top button