Arşîv

Çalakiyên 25‘ê Mijdarê dewam dikin

Panêl li xwaringeha Nuxbê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilat Sûriyê Sîham Qeryo, Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîne Bereket û Hevseroka Rêveberiya Herêma Hesekê Civîn Remo tevî bi dehan jinên bajarê hesekê, hat lidar xistin.

panêl bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre berdevka Buroya jinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriye Suad Xelo axivî û wiha got: “Tudniya li dijî jinê binpêkirineke eşkere ji mafên mirovan re ye. Tundî nahêle ku jin hemî mafên xwe bi dest bixe û encamên xeternak bi xwe re tîne. Ne tenê li ser jinan lê belê li ser civakê bi tevahî bandorên neynî dike. Kuştina Sekertêra Giştî ya Partiya me ji aliyê çeteyên artêşa Tirkiyê ve, mînaka her ber bi çav a tundiyê ye.”

Suad her wiha tekezî li ser pêwîstiya têgihiştina civakê derbarê rastiya jinê û rolê wê di civakê de û girîngiya tevlêbûna wê di hemî qadên jiyanê de û guhertina zihniyet û çanda baviksalarî, kir.

Suad wiha berdewam kir: “Jinên Sûriyê qurbaniyên yekmîn ên şerên Sûriyê bûn.”

Suad îşaret bi vê yekê kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbûn ku aloziyê li herêmê derbas bikin û gelek deskeftî di aliyê beşdarbûna di meclis, rêveberî û sîstema hevserokatiyê de, bi dest xistin.

Suad bi domdarî wiha got: “jinan li Sûriyê bi rêya zagonan mafên xwe misoger kirin û di hemî qadên jiyanê de kar dikin, her wiha karîbû ku nêrîneke stratejîk ji bo pêşxistina jinan û bidesxistina behreyên nû ku karibe bi rêya wan beşdarî dozên li welat bibe û bandore li çalakiyên avakirina biryarên neştîmanî bibe, ava bike.”

Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Buroya jinê ya Partiya Pêşeroja Sûriye li kantona Hesekê Nuha Yeswî axivî û îşaret bi sûcên ku dewleta Tirk a dagirker derheqê sivîlan de dike kir û wiha axivî: “Tiştê ku em îro dibînin, hedefgiritna sivîlan û kuştina bi dehan zarokan di topbarana bêserûber de û bikaranîna çekên qedexekirî wek fisfora Spî ye.

Panêl bi pêşandana sînefizyonekî derbarê jiyana Hevrîn Xelef de, bi dawî bû.

Di vê derbarê de, Weqfa Jina Azad bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên jinan û saziyên hiqûqî û navdewletî kir, ji bo derbarê sûcên ku li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bêdendiya xwe derkevin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Weqfa Jina Azad a bajarê Hesekê Yesmîn Osman ve, bi amadebûna bi dehan jinên li kampê û endamên weqfê, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi awayekî neyînî li aliyên jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ku li gorî herêmên din ên Sûriyê îsqrarê dijî, di hemleya Tirkiyê de pêla koçberiyê dest pê kir û zêdetirî 300 hezar kes koçber bû, her wiha gelek kes birîndar bûn û hatin kuştin. Çeka Tirkiyê cudahî nexist di navbera leşkeran û sivîlan, her wiha nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê kir hedefa xwe, di nav de navenda “Arî” a tenduristiyê û erebeyên ambulansê û navendên Heyva Sor a Kurd, her wiha hedefgirtina dibistan û navendên perwerdê û kampên koçberan. Tirkiyê çalakiyên paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk û koçberiya bizorê derheqê şêniyên resen de pêk tîne.”

Back to top button