Arşîv

Rêxistina Sara pêngava xwe bi dawî kir

Îro rêxistina Sara ya têkoşîna tundiya li dijî jinan pêngava xwe ya bi navê”Jina jiyan e, jiyanê nekujin”ku di 16 Adara îsal de destpêkiribûn, bi dawî kirin.

Rêxistina Sara pêngava xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir.Daxuyanî li pêşiya navenda Sara ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo yê bakurê Sûriyê û bi beşdariya bi dehan jinên saziyên civaka sivîl, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star û Meclisa Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin.

Xwepêşandêran sloganên bi navê”Jin jiyan e, jiyanê nekujin”, wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên îngilîzî û sloganên na ji tundiya li dijî jinan rakirin.

Daxuyaniya rêxistina Sara wiha ye:

Tundiya li dijî jin û ciwanan yek ji binpêkirinên mafên mirovan e û di roja me de zêde berbelav e, tundiya li dijî jian diyardeyeke xeternak e û li dijî jin û civakê karesat e, di gel ku tundî di nava civakê de pirsgirêkên wekî, şerpezekirina/ paçekirin malbatê, berdan, zewaca biçûkan, pirbûna jinan, feqîrî û bikaranîna zarokan derdixîne holê, ev jî dibe sedema zêdekirina xizanî, paşdemabûn û gendeliyê.

Di gel ku şer û dagirkerî ji sedemên sereke yên rûdana pirsgirêkan e û gurkirina tundiya li dijî jinan e, di heman demê de artêşa Tirk li herêmên me gelek rewşên tundiyê û binpêkirinên sûcên şer li dijî jin û zarokan pêk anî.

Li ser esasê rêxistina Sara hewl dide civakeke demokratîk ku tundî tê de nebe ava bike, bi slogana”Jin jiyan e, jiyanê qetil nekin” di 16 Adara 2019`an dest bi pêngava xwe kirin û li 3 bajaran”Qamişlo, Hesekê û Kobanê”9 mehan dirêj kir. Lewma me daxuyaniyek hevbeş bi zimanê Erebî û Kurdî ragihand û jin û zilamên li gund, bajar û derdora bajaran vexwend in.

Îro jî bi berdewamiya çalakiyên Roja Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinan, em pêngava xwe bi eşkerekirina serencamên pêngavê, bi dawî dikin:

Pêşandina dîmenekî têkildarî naveroka pêngavê. Belavkirina 30 pankartên bi nivîsên slogana pêngavê, da ku li ser dîwar û têketinên bajar û bajarokan were daliqadin.

Belavkirina 10 hezar birûşûrên slogana pêngavê. 146 semîner hatin dayîn û tê de 4 hezar û 785 jin û zilam amade bûn./Bi beşdariya 4 hezar û 785 jin û mêrî, 146 semîner hatin birêve birin.

Sernavên semîneran wiha bû”Tundiya li dijî jinan û bandora wê li jin û civakê, paçebûna malbatê, Zewaca biçûkan, şer û bandora wê li dijî jinan”.

Bi hevkariya koma şano ya Kevana Zêrîn şanoyek bi sernavê”Jina bi tenê”li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate pêşandan.

Beşdarbûna gelek bernameyên televizyonê û radyoyan. Di dawiyê de hilbijartina mijaran serketî û erênî derbas bû, ji ber têkildarî civakê bigiştî û jinê bû bûn, di gel ku beşdariya mêran ji semîneran re ji bo guhartina hişmendiya mêran, gaveke erênî bû.

Back to top button