Arşîv

Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tebqa û Kobanê panel li dar ketin

Panel di çarçoveya çalakiyên ku rêveberiyên jin ên Tebqa, Reqa û Dêrazorê de ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinê bi dirûşmeya `Dagerketî tundî ye bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê bişkînin` li dar ket. Bi dehan jinên Tebqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li civînê bûn.

Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Semer Şihabî, endama rêveber a Meclisa Jina Sûriyê Nesra El-Ebake tevî cîgira Rêveberiya Komîteya Jin a Tebqayê Roşîn Mihemed û cîgira seroka Buroya Birêxistikirina Jin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Tebqayê Selam Keyrewan axivîn û behsa dîroka jin û cureyên tundiyê ku rastî jinê tên, kirin.

Axaftvanan çîroka Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê yak u dikeve 25`ê Mijdarê vegotin.

Her wiha encamên neyînî yên bikaranîna binpêkirinên tund der heqê jinê de ji hêla zihniyeta mêrdestiyê ve nîqaş kirin.

Di panelê de axaftvanan rêjeya jinan ên ku li welatên cuda rastî tundiyê tên bi bîr xist. Bi taybet rêjeya bilind a gelên Rojhilata Navîn di encama urf û adetan de.

Di panelê de beşdaran çareseriyên ku doza tundiya li ser jinê ji hêla mêr ve tê kirin, gotubêj kirin.

Ji wan çareseriyan a herî girîng; çareserî ji malbatê destpê dike, rêbazên terbiyekirinên, ferqê nekin di navbera mê û nêr de û cezayan li ser kesên ku tundiyê li dijî jinan bi kar tînin ferz bikin.

Panelê de ronahî hate berdan ser sûcên tundiyê yên ku îro der her jinan de li bakurê Sûriyê di encama êrişa Tirkiyê û çeteyên de tên kirin. Ew çete sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û hejmarek jinên têkoşer kirin hedef.

Di panelê de sinevizyonek girêdayî tundiya li ser jinê li tevahiya cîhanê tê kirin bi taybet piştî derketina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê hate pêşendan.

Her wiha sinevizyonek din têkildarî bûyera qetilkirina çeteyên artêşa Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevîrn Xelef hate pêşkêşkirin.

Rêveberiya Jin a bajarê Tebqayê ragihand ku wê di demên bê de panelên mîna vê li herêma El-Mensûra, Cirniye û El-Bû Asî li dar bixe.

KOBANÊ

Li Kobanê derbarê tundiya li dijî jinê de semînerek hat pêşkêşkirin

Kongra Star bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna tundiya li dijî jinê, rêze çalakiyên xwe yên bi silogana“ Dagirkerî tundiye û emê bi berxwedana Hevrînê dagirkeriyê û faşîzmê bişkîn in“ berdewam dike. Li taxa Şehîd Kawa ya bajarê Komanê jî semînerek organize kir.

Di semînerê de, endamên Kongra Star û bi dehan jinên taxa Şehîd Kawa amade bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Kongra Star Sîham Bozan axivî û behsa gele dozên girêdayî jinê û şêwazên tundiya cesedî, pisokojîk, aborî, civakî û yên dîtir derheqê jinê de, kir.

Sîham wiha got:“ Di civaka me de herî zêde jin rastî tundiyê tên û ji mafên xwe hatine mehrûmkirin, di navbera herdu regezan de rastî newekheviyê hatine û di encamê de cûdahî û tefrîqe derket holê.

Sîham destnîşan kir ku hin adet û kevneşopî di civakê de hene, bandoreke nerênî li ser jiyana jin û zilaman dikin, ji wan zewaca ne li ser esasê razûbûna jinê û zewaca bi temenê bi çûk, di dawiyê de ev tişt dibin sedema derketina pisgirêkan di nava malbat û civakê de, herî dawî jî ji hev cûdabûn (telaq)û jihevketina malbatê derdikeve holê.

Di dawiya semînerê de, têkildarî tundiya li ser jinê û çawaniya peydakirina çareseriyan, deriyê nîqaşan li pêş beşdaran hate vekirin.

Back to top button