Arşîv

Hevjîn û dayîkên şehîdan: Têkoşîna jinan li dijî dagirkeriyê wê her berdewam bike

Îro bi dehan hevjîn û dayîkên şehîdan ji bo 25`ê Mijdarê Meclisên Malbatên Şehîdan li Til Temir û Til Temirê, Dêrik, Til Hemîs, Qamişlo, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi berxwedana Hevrînan wê dagirkeran têk bibin û ev tişt hate gotin: “Li ber çavên hemû cîhanê îro dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hin jî dike ku di encamê de bi hezaran gel neçarî koçberiyê dibin. Dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navdewletî binpê dike û bi cenazeyên rêhevalên me YPJ`ê mîna Amara Rênas û Sekertêrê Partiya Sûriyê a Pêşerojê Hevrîn Xelef awayekî hovanê li ser malperan belav kirin û dayîka Eqîde jî şehîd xistin. Têkoşîna Amara, Hevrîn û dayîka Eqîde jî nêzî bûyera her sê xwişkên Mîrebal in ji lewra têkoşîna jinan hember dagirkerî û desthilatdariya mêr hîn jî bi dawî nebûye û wê dewam bike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal li ser bêdengiya dewletên navnetewî hat kişandin û tişt hate gotin: “Bêdengiya raya giştî û navdewletî şermeke dîrokî ye û dîrok jî tu carî vê qebûl nake. Em bang li tevahî sazî û rêxistinên jinan û hiqûqnasên jin li tevahî cîhanê dikin ku ew jî rabin û deng bidin dengê jinên Bakurê Sûriyê û em bi hev re asta têkoşînê bilind bikin û dawî li tundiyê û dagrikeriyê bînin.”

Back to top button