Arşîv

Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên çandî li kampa Serdemê li dar xistin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê çalakiyeke jinan bi dirûşma “Vejandina rojên berê” keleporî û kevneşopiyên mîrasa jinên Efrînê ji amadekirina xwarin, rûniştinên stranan û şanoyan, li dar xist.

Di çalakiyê de, amdekirina xwarinên mîras ên kevn û navdar li herêmê bi beşdariya bi dehan endamên tîma hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn bi piştevaniya lojistî ji Rêveberiya Xweser a kantonê, pêk hat.

Çalakî di hewayeke stranên floklorê ji hêla beşdaran ve û li rexê pêşandanên şano, li dar ket.

Ev çalakî li gor bernameya mehane ku rojekê ji her mehê çêdibe, weke cureye berxwedan û têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk ên bi hewldana qirkirina gelê herêmê, çewisandina nasnameya wan û dagirkirina xakê, li dar dikeve.

Back to top button