Arşîv

Hevjînên şehîdan têkildarî 25‘ê Mijdarê daxuyanî dan

Hevjînên şehîdan têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle dan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Ehmed daxuyanî xwend û got: “Di demekê de ku li cîhanê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan tê pîrozkirin, rejîma Tirkiyê ya sûcdar û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra sûcên hovane û binpêkirinan li djiî jinên berxwedêr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Milîsên desteka xwe ji Tirkiyê digirin sînaryoya DAIŞ‘ê dûbare dikin. Hemû kîn û nejadperestiya xwe li dijî jinan vala kirin, çi bi rêya ferzkirina cilên DAIŞ‘î be an bi qedexekirina derketina wan ji malê be. Bi vê yekê hemû cûre tirsandin û tundî bi kar tînin, şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef û qirkirina bi komî ya 7 sivîlên pê re û êrişa li dijî cenazeyê wî mînakên herî ber bi çav ên van sûcan e û wêneyek din ji rêxistina DAIŞ‘ê ye lê vê carê bi navekî din e.

Partiya Pêşeroja Sûriyê di demeke kurd de dikarîbû bibe pariya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê. Hevrîn Xelef bi kesayeta xwe ya hezkiriya ji aştiyê re pariyeke siyasî li Sûriyê ji partiyên din cûda ava kir, ku banga dewleteke demokratîk, pirrengî ne navendî û mafên hemû pêkhateyan dike. Dîsa jî êrişa li ser cenazeya şervana YPJ‘ê Amara û beriya wê Barîn Kobanê li Efrînê ji aliyê heman komê ve, bûyerên revandin û qetilkirina jinan li herêmên di bin serweriya wan de vê hovîtiyê radike ber çavan.

Ev hemû sûc dihêle ku wekî jinên Sûriyê refa xwe bikin û bi hemû rêxistinên jinên azad ên cîhanê bixebitin da ku binpêkirnên li dijî jinên Sûriyê yên ji aliyê rejîma Tirkiyê û çeteyên wê ve bighînin dozgeriya navdewletî û li ser sûcên li dijî jinan dikin lêpirsîn ji wan bên kirin.

Ne ji keda YPJ û QSD‘ê baya jinan di qada siyasî, leşkerî û rêveberiyê de pêşengtî nedikir. Bi vê wesîleyê em spasiya QSD‘ê dikin û piştgiriya xwe ya bi wan re radighînin, her wiha em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û Sekretêrê Giştî yê NY, Konseya Ewlekariyê dikin ku bi lez destwerdanê bikin êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin û rawestînin.

Em bang li hemû jinên cîhanê, çalakvanên mafên mirovan dikin ku dengê xwe bilind bikin, serî ji dagirkerî û çeteyên wê re netewînin ku dixwazin dengê jinan bisekinin, ji ber dengê jinê serbilindî, şeref û rûmet e.

Têkoşîna jinê ya parastina erd û malbata xwe ji karên herî pîroz û bi rûmet e, em teqez dikin ku têkoşîna me berdewam e heta hemû jin mafên xwe di her qadan de bi dest bixin, em ji kiryar û sûcên Erdogan û milîsên wê yên DAIŞ‘ê û El-Nusrayê me natirsîne.”

Back to top button