Arşîv

Semîner û daxuyaniyên bi boneya 25’ê Mijdarê

Ji nava rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û bi dirûşma “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” semînerek li bajarê Minbicê hat dayîn û her wiha jî Yekitiya Jinan a Suryan û jinên rewşenbîr daxuyanî dan.

MINBIC

Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê bi dirûşma” Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” semînerek organîze kir.

Semîner li hola Meclisa Qanûnsaz a avahiya Rêveberiya Xweser hat dayîn.

Di semînerê de endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê amade bûn. Di semînerê de gelek mijar ji danasîna tundiyê û sedema ragihandina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, hatin nîqaşkirin.

Semîner bi deqeyeke rêzgiritinê dest pê kir û piştre sînevîzyon der barê 3’ê xweşkên Mirabal û sûcên ku li djî jinan pêk tên, hat pêşandan.

Piştî wê berdevka Navenda Lêkolînên Jinelojiyê Yasmîn Qoco axivî û Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan pênase kir. Yasmîn got ji salan ve jin bi her şêwe û rêbazên ji civaka û malbatê di zilmê re derbas dibe û ev zilm jî wekî tundiya bedenî û lêdanê ye.

Yasmîn di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya siyasî ya ku li dijî jinan bi taybet kuştina Sekreterê Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê.

Berdeva Meclisa Jinan a Minbicê Îtîsam Abdulqadir destnîşan kir ku jin hê jî di tundiya civakî, bedenî û derûnî ji hêla malbat û civakê re derbas dibe û hê jî civak ferqê dixe navbera nêr û mê. Ev jî tundiya herî mezin bi mafên jinan de pêk tê.

Semîner bi nîqaşa beşdaran der barê çawaniya rakirina tundiyê ji civakan û zanekirina civakê bi dawî bû.

HESEKÊ

Yekitiya Jinan a Suryan bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek weşand û bang li dewletên cîhanê û NY’yê kir ku êrişên dewleta Tirk û dagirkeriya wê rawestînin, da ku ewlehî, aramî û aştî pêk bê û çareyeke aştiyane li Sûriyê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hevserokatiya Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rayedara Yekitiya Jinan a Suryan Sîham Qeryo, berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, cigira hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Aliya, berdevkê Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Sûad Xilo û cîgira hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Meha Şabo, amade bûn.

Daxuyanî li Qada Şehîd Asro ya bajarê Hesekê ji hêla heveroka Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweser û rayedarê Yekitiya Jinan a Suryan Sîham Qeryo ve hat xwendin.

Daxuyaniya Yekitiya Jinan a Suryan wiha ye:

“Em wek jinên Suryan a Yekitiya Jinan a Suryan li Sûriyê, ji bo mafên xwe û yên gelê xwe têdikoşin û paratina jinan û dozên wan dikin û her wiha jî parastina dîrok û hebûna xwe li welatê Sûriyê jî dikin.

Bi derbasbûna vê rojê re, bi hemû hêza xwe qîr dikin ku na ji tundiyê, ji dagirkerî, ji nakokiya çekdarî, ji şer, ji êrişa dewleta Tirk, ji guhartina demografiyê, ji qirkirina komî, ji koçberiyê, ji qutbûnê, re.

Li dawiya daxuyaniyê mûm li rex gorên şehîdên Komkujiya Sêfo hatin pêxistin.

QAMIŞLO

Jinên rewşenbîr ên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan da.

Daxuyanî li Parka Xwendinê ya taxa Rojava ya bajarê Qamişlo bi beşdariya jinên ji sazî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û jinên partiyên siyasî, hat xwendin.

Beşdaran wêneyên şehîd Hevrîn Xelef a ku di kemîneke çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya M4’ê di 12’ê Cotmehê de şehîd bûbû, wêneyên dayika têkoşer Eqîde Osman a ku di hedefgirtina artêşa dewleta Tirk a dagirker a karwana sivîlan ku berê xwe di 13’ê Mijdarê de dida bajarê Serêkaniyê da ku birîndarên dorpêçkirî rakin, şehîd bûbû û her wiha ala Yekitiya Rewşenbîran, hildan.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla helbestav û rêvebera Yekitiya Rewşenbîran a şaxê Serêkaniyê Anahîta Sîno ve hat xwendin.

Di naveroka daxuyaniyê de wiha hat: “Em wek jinên rewşenbîr ên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, tevahî jinên cîhanê bi vê boneyên silav dikin û li rex tevahî gelên cîhanê û hêzan dijberî tundiyê û cudatiyê disekinin. Her wiha jî li gelek wan ku parastina nirxên lêborînê, welatîbûnê, wekhevî û rûmeta mirovahiyê dikin, disekinin ku li hember tevahî curên tundî û cudatî yên li dijî jinan pêk tên. Her wiha jî di salên şer ên vê dawiyê de gelek binpêkirinê bi mafên sûriyan de bi taybet jinan de ku tevahî qanûnên mirovahî û mîsaqên navdewletî bin pê dikin, pêk hatin.”

Daxuyaniya jinên rewşenbîr li dawiyê diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî di radeya yekemîn a vê astmosfêra biêş û jan de ye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27