Arşîv

Hevjîn û dayîkên şehîdan banga rawestandina tundiya li dijî jinan kirin

Li Reqayê bi dehan hevjîn û dayîkên şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a naverasta bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Hîba Abdullah ve hate xwendin. Hîba diyar kir ku malbatên şehîdan şopdarên rêya şehîdan ne û dê di çeperên rûmetê de li gel QSD`ê bin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tundiya derûnî û bedenî ku li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin hate kirin, hate gotin ku NY`yê ji vê yekê berpirsyar e.

Dayîk û hevjînên şehîdan banga hesabxwestina ji sûcdaran kirin, ku di encamê de bi dehan jin bûn qurban . Her wiha êrişa li dijî cenazeyên şehîdan mîna Hevrîn Xelef, Emara û Çîçek hatin şermezarkirin.

Dayîk û hevjînên şehîdan di dawiyê daxuyaniyê soza berdewamiya têkoşînê heta bidestxistina mafên jinan û rizgarkirina wan ji qeyd û bendên ku hişmendiya nexweş hewl dide ferz bike, hate dayîn.

DÊRAZOR

Li Dêrazorê jî bi heman armancê bi dehan dayik û hevjînên şehîdan li gundê Cezayê yê hatin ba hev. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê Cehbet El-Nusra û DAIŞ`ê hatin şermezarkirin û girîngiya brawestandina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê hate destnîşankirin.

Her wiha hate gotin têkane xeta berxwedanê rêya bidestxistina jiyana azad û bi rûmet e.

Tê zanîn ku duh li Tebayê jî Meclisa Malbatên Şehîdan heman daxuyanî ragihandin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27