Arşîv

Xatir xwestinên bê wext…

Min dît ew çiyayên bê deng bi dengê te re, bi hawarê çar aliyên wî bû agir, qêrînên te bê hempa bûn, hişbûnên te jî wisa li cem bayê xerbî. Bê mirin bi te şa nabe, tu maye ji sibeha, ji evînê tu qut nebû û ne jî ji tevahiya jînê, bê te payîz xalî bû te hêz da vînê. Min dît çiyayek lalek bû tu jêre bûyî hawar, dengê teyî şîn bû hêvî, rengê te bûye bihar. Qêrînên te yên zindî bû hişiyar ji xewa giran û bû teyrek firîbû, nexşeya evînê xem e şopên wê ma li payîzan, pel diweşînin lewma mizgîn dide ji bihara.

Kanî ruyê te yî bi ken? Kanî dengê teyî bi hêvî? Kanî çavê ku dibiriqîn? Hîn zû bû ku tu ji vî welatî barke, tu evîna her kesî bû, pelên daran bi çûna te lerizîn û weşiyan, te bihar li me kir zivistan, hîna zû bû ku tu biçî û hevalên xwe bihêlî, her te digot ku ez ê Kurdistaneke azad bibînim, vaye tu çû û ev xewn û xeyala xwe nedît, lê bila dilê te şa be îro rêhevalên te evîna te ya azadiyê dişopînin. Te ji zaroktiya xwe de resim û nexşên Kurdistaneke azad û bedew ku bi xwîna rêhevalên te hatiye avdan li ser dîwar û rûpelên azadiyê dinexişand. Te her digot ku ez ê ji bo azadiyê şer bikim, govenda azadiyê bigerînim. Kenê azadiyê li ser lêvên zarokan bibînim û pêşerojek tijî destanên azadiyê û lehengiyê ji zarokan re bihêlim. De ka vegere ey heval îro çavê her kesî li riya te ye naxwazin ku fêrî dûrketina te bibin. Tu her di dilan de dijî.

Ne dema dûrketinê bû..! Kanî dengê te? Em her dem fêr bibûn ku her sibe dengê te, kenê li ser lêvên te, şewqa hêviyê di çavên te de bibînin û bibhîsin, lê niha kanî? Ji bilî bîranînên te tiştek nema, hîn jî zû ye, kanî vegere em bi hev re vê jiyanê ji nû ve bixemilînin û geş bikin. Vegere, dîsa em kenê li ser lêvên her zarokekî zindî bikin, zivistan û payîzê veguherînin bûhara rengîn. Te rih, dil, mejî û jiyan bi tevahî bi xwe re bir, ne wext bû….!

Tê gotin ku ber bi ava çemekî ketiye û li ber qiraxa hezkirinekê şîn bûye, li deverek biyanî lê ne gelekî dûr, dibe ku bi qasî bijangên xwe nêzîk be, lê ew dîsa jî dûr çû, ew li wir dûr ket li ku lal bibû çivîkek, li ku giriya be zarokek û li ku êşîya be birînek. Xatirxwestinên bê wext para kê be qêrînên herî delal yê wan e. Dûrketina te giran e dengê te yî zelal dernayê ey rêhevalê min. Xatirxwestineke bê wext bû…!

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27