Arşîv

Çalakiyên 25‘ê Mijdarê didomin

Çalakiyên bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan didome.

Meclisa Jinan a Sûriyê li bajarê Reqayê têkildarî tundiya li ser jinan paneleke li navenda çandê li dar xist. Bi dehan jinên bajêr, endamên Meclisa Jinan a Sûriyê û Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û şervanên YPJ‘ê di panelê de amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamên Meclisa Jinan a Sûriyê Şemis Sîno, Sûad El-Kurdî û Suhêr Hesen li ser cûreyên tundiya li ser jinan, bi taybet li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirine.

Hate diyarkirin ku li herêmên dagirkirî li jinan tundiya dirûnî û bedenî tê meşandin.

Piştre senevîzyonek li ser gundiya li dijî jinan hate pêşandan.

Panel bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

Back to top button